Rojnameger Evren nehat berdan 2019-01-10 12:59:24   AMED – Rojnameger Kîbriye Evren a di Roja Rojnamegerên Dixebitin de hat darizandin nehat berdan.    Rojnameger Kîbriye Evren a di 9’ê cotmeha 2018’an de di çarçoveyek operasyona li dijî siyasetmedaran de hatibû girtin cara duyem derket pêşberî dadger. Danişîna duyemîn a doza Evren di 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya û gelek rojnameger dozê şopandin.    'EZ ROJNAMEGER IM Û MIN NÛÇE ÇÊKIRIN’   Evren a bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” tê darizandin ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Evren a ji 16’ê kanûna 2018’an vir ve di geva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û sûcdariyên li ser xwe red kir. Evren got tiştên wê pê sûcdar dikin hemû xebatên rojnamegeriyê ne û xwest bê berdan û beratkirin.    Evren beyanên şahidên nepen red kir û got: “Ez rojnameger im dikarim bi her aliyî re hevdîtin bikim. Ez çûm derveyî welat lê ji bo nûçeyan çûm. Ez çûm Iraqê jixwe parêzerê min nûçeyên li wir li dosyeyê zêde kiriye.”    Parêzer Pîrozxan Karalî jî miwekîla xwe Evren parast û destnîşan kir ku beyanên şahidên nepen hemû razber in û hevdîtinên bi boneya rojnamegeriyê divê wiha neyên nirxandin.    BERDANÊ DAXWAZ KIR    Parêzer Karali tahliye û berata miwekîla xwe xwest. Dozger delîlên heyî, rewşa guherîna delîlan û wesfa sûcên xistine stûyê Evren girt ber çavan û xwest girtî bê darizandin.    ‘BILA TECRÎD RABE Û AŞTÎ WERE’    Piştî dozger Evren dîsa parastina xwe kir û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê. Evren got ji bo piştevaniy Leyla Guven 26 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Serokê dadgehê pirsa “Daxwazên Leyla Guven çi ne?” kir û li ser vê pirsê Evren wiha bersiv da: “Bila tecrîd rabe û aştî pêk were.” Hêj Evren axaftina xwe dewam dikir, kesên doz dişopandin derxistin derve û salon vala kirin.    Heyeta dadgehê jî bi heman hêcetên dozger biryara dewama girtina Evren da.