Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn 2019-01-10 11:46:03   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 3 a navçeya Tarsusê ya Mêrsînê 18 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 rojan ketin çalakiya greva birçîbûnê, piştî xwarina girtîgehê da wan, ji xwarinê jahrînî bûn. Serokê TUAYDER'ê ya Çukurova, Ebedin Aktaş, diyar kir ku girtiyên jahrînî bûn nehatin dermankirin û rewşa wan xerab e."    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 10 roj dorveger û bêdawî dest pê kirin, li gelek girtîgehên Tirkiye û herêmê berdewam dikin. Li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 3 a navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî 18 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 rojan ketin çalakiya greva birçîbûnê, çalakî dewrî komek din kirin. Girtiyên ku çalakî dewir kirin piştî xwarina girtîgehê xwarin jahrînî bûn. Serokê TUAYDER'ê ya Çukurova, Ebedin Aktaş, diyar kir ku girtiyên jahrînî bûn nehatin dermankirin û rewşa wan xerab e."  Ebedin Aktaş, piştî agahî ji malbatan girt, der barê rewşa girtiyan de agahî dan û wiha got: "Girtî piştî ketin grevê û dawî li grevê anîn ji xwarina girtîgehê jahrînî bûn. Dema girtî di çalakiyê de bûn tedawî qebûl nekirin. Piştî dawî li çalakiyê anîn ji xwarinê jahrînî bûn. Ji 19 girtiyan jê 18 girtî jahrîni bûn. Girtiyên jahrînî bûn tenê li revîra girtîgehê tedawî bûn. Parêzerên çûn girtîgehê jî agahiya malbatan piştrast kirin. Ev îşkence ye. Îşkenceya bi rêk û pêk tê kirin. Dixwazin tolê hilînin. Du hevalên me yên jahrîni bûne rewşa wan xerab e. Em dest ji vê meselê bernadin. Em dê şopdarê vê dozê bin."   Kurê girtî Alî Gultekin (68) Aziz Gultekin jî anî ziman ku bavê wî nêzî 25 salin girtî ye û wiha got: "Bi qasi me ji xizmên girtiyên din girt hemû kesên li kawîşê jahrînî bûne. Rewşa bavê min û girtiyekî din giran e. Piştî me bûyer bihîst me serî li şaxa ÎHD'ê  da. Em dixwazin demek berî demekê bavê min û hevalên wî bên dermankirin."   'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÇALAKIYÊ '    Xizmê girtiyan Îzzetin Kaya jî diyar kir ku kurê wî Ridvan Kaya li heman girtîgehê ye û wiha got: "Roja sêşema borî em çûn hevdîtinê. Em li wir fêr bûn ku girtî jahrînî bûne. Rewşa kurê min xerab bû. Kurê min û hevalên xwe ji ber xwarina girtîgehê jahrînî bûn. Hemû girtî bêhal in. Ez piştgiriyê didim çalakiya girtiyan. Em dixwazin demek berî demekê daxwaza wan pêk bê û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin. Em êdî îşkenceyê naxwazin. Em naxwazin mirov bên kuştin û bimirin. Em dixwazin demek berê kurê min û hevalên wî bên dermankirin."    Lê rêveberiya girtîgehê jî parast ku tiştekî wisa tune ye.      MA / Ergin Çaglar