Klasîkek erdhejê: Li Semsatê malan çênakin û restore nakin 2017-11-02 10:23:46 SEMSÛR - Welatiyên Semsatê, diyar kirin ku 8 meh berê ji ber erdhejê xaniye wan xera bûn û ji malên xwe derketin. Welatiyan anîn ziman ku ligel ku deyndar bûn jî malên wan nayên avakirin û restore kirin.  Li navçeya Semsata Semsûrê di 2’yê Adarê de erdheja pêla 5,5 mezin pêk hat. Ligel ku 8 meh derbas bûn jî, hîna birînên gel derman nebûne.  Malbatên ku malên wan di erdhejê de xisarek mezin dîtin di konteyniran de bi cih bûn. Malbatên ku malên wan hinek xesar dîtin jî, konteyner nedan wan û hîna jî bi bertekin. Malbatên ku konteyner nedan wan, li gorî derfetên xwe neçar man ku li navçeyê terk bibin, lê malbatên derfetên wan ê aborî tunebûn, neçar man ku malên dibe ku her kêlî wêran bibin de man. Welatiyên navçeyê îdîa kiribûn ku erdheje Samsatê di ser pêla 5.8 rebû, lê ji bo ku mîna afetê neyê qebûl kirin, pêla erdhejê wî 5.5 nîşan dan. Welatiyan, diyar kirin ku ji bo malên pir xesar dîtin û hindik xesar dîtin bên çêkirin û restore kirin ketine bin deynan de.    BI TIRSA KU BI SERÊ WAN DE WÊRAN BIBE DIJÎN    Kerîm Demîr ê 67 salî ku li taxa Barajê dijî, bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha axivî: “Ligel ku derzên mezin ketin mala min, rapora xisarê nedan min. Ji ber vê yekê konteyner nedan me. Ez û hevjînê xwe neçarin ku mala xwe ya xesar dîtî de bimîn in. Min derzên dîwar bi alçiyê girtin. Ligel ku çend meh derbas bûn jî, tamîretê nakin. Em bi tirsa dibe ku her kêlî mala me di serê me de wêran bibe, tê de dijîn. Rapora malê ya xesarê nîvê heye. Em bang li rayedaran dikin ku bên lê meze bikin, ka mirov dikarin tê de bijîn? Ku ew neyên emê çibikin û bi ku de herin? Li gorî me bihist erdhej di ser pêla 5.8 re bûye, lê Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê (AFAD) ji bo erdhej nekeve rewşa afatê pêla erdhejê 5.5 nîşan dane. Ji bo tadilata malê ez ketim bin 20 hezar deyn TL de. Ji bo dinava 2 salan de em vî deynî bidin, 20 sal dem dane.”      PENABER BÛN   Dayîka 9 zarokan Zeynep Tunçmen jî, diyar kir ku ji ber ku rapora xesara nîvê dan mala wan, nekarîn bikevin konteyneran û wiha axivî: “Em neçar man bar bikin. Derzên mezin ketin mala me. Hûn rewşa malê dibînin. Em çend caran got, lê her tim rapora xesar a nîvê dan mala me. Gotin dê restore bikin, lê çênekirin. Me nekarî em di malê de bijîn û em derbasî Sensûrê bûn. Mehê 400 TL didim kîraya xanî. Em dixwazin demildest malên me tadîlat bikin.”   DEYNDAR BÛN, LÊ HÎNA JÎ MAL TUNEYE   Bavê 8 zarokan Gaffarî Ertan ê 61 salî jî, da zanîn ku wî ji bo mala xwe ya li gundê Tûzik ku biryar dan bê rûxandin 65 hezar TL deyndar bû û wiha axivî: “Ji bo AFAD malên me çêbikin, li bendêne ku qanûn bê derxistin. Heya niha tu alîkariya aborî û manewî nedan me.”    QANÛNA KU WAN DEYNDAR DIKE    Ertan, da zanîn ku ji ber ku gotin xeta faytê di Samsatê re derbas dibe, di xebatên etuda erdê hatin  kirin de, dê navçeyê bar nekin û malên çêbikin dê di cihên kevin de ava bikin. Ertan, destnîşan kir ku piştî erdhejê ji sedî 60-70 mirovan koç kirin û wiha got: “Ger sererast kirinek çênebe dê mirovên heyî jî koç bikin. Kes dengê me nabihîse. Dê çi wextê lijneya Wezaretê kom bibe û qanûn derbikexe ne diyare. Dibêjin AFAD nikar bikeviye. Dê TOKÎ xaniyan bi qewlê 20 salan çêbike. Piştî em denyndar kirin û şûnde dê xaniyan çêbikin.”    DI KONTEYNIRAN DE DIJÎN    Dayîka 3 zarokan Hatîce Tepe a 39 salî jî diyar kir ku ew di konteynirên li taxa Kale de dimînin û wiha  axivî: “Piştî erdhejê kon û heya 15 rojan xarin dan me. Ji bilê van tiştek din nedan me. Me havîna xwe di konan de derbas kir. Em pir êş kişand. Em bi zarokê pêdiviyên xwe yên tuvalet û serşokê pêk dianî. Nêzî tu hefteyane em di konteynirsan de bi cih bûn. Pir biçûke, lê ji tuneyî baştire. Dibêjin dê malan çêbikin, lê hîna dest bi çêkirinê nekirine. Em hemû neçarin li vir  bimîn in.”    ‘HÎNA BIZMAREK JÎ LÊ NEXISTINE’   Bavê 3 zarokan Abdulkadîr Dost ê 45 salî jî got ku di ser erdhejê re 8 meh derbas bûn, lê hîna bizmarek jî lê nexistine û wiha bilêv kir: “Konteynir pir tengin. Li vir jiyan nabe. Ji bo malbatek 5 kesan yek konteynir dan. Di odeyek teng de mirov çawan dikare bijî. Em demildest dixwazin xaniyên me çêbikin.”