Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe 2019-01-10 10:12:10 AMED – Parlamenterê HDP'ê yê Ameadê Selçûk Mizrakli, bal kişand ser rewşa tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 64 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, diyar kir ku rewşa tenduristiya wê xera dibe û êdî tenduristiya wê li elermê dide.  Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kiriye, di roja 64’an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 16'ê Kanûnê de dest bi greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin jî li gelek girtîgehan berdewam dike. Her hefte komên nû tev lê dibin û nêzî 160 girtî di çalakiya bêdawî û bêdorveger de ne. Têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Dr. Selçuk Mızrakli nirxandin kir.    Mizrakli, anî ziman ku çalakiya Guven di roja 64’an de berdewam dike û êdî sergêjî, serêşî, mahdxelandinê dest pê kiriye. Mizrakli, anî ziman ku heta niha 14 kilo winda kiriye. Êdî masûr-lemlateyên wê dihilin û wiha got: "Çalakiyên greva birçîbûnê di navbera rojên 40 û 60’an de pir girîng in. Niha Guven roja 60’an derbas kiriye û tenduristiya wê di asta xeter de ye. Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK'ê hat îxrackirin 324 rojan di greva birçîbûnê de man. Lê zêde kes nexist nava fikaran. Ji ber ku temenê 25 û 35 cuda ye, temenê 55 û 60 cuda ye. Niha sînyalên elermê didin. Guven berê ji ber hin nexweşiyêm xwe emeliyat bûbû. Birêz Guven divê bi rêk û pêk derman bistîne. Ji ber temenê wê jî mezin bûye hevsengiya tansiyonê jî derdikeve holê. Niha 64 rojin di grevê de ye. Bedena wê dihile. Ji ber şert û mercan em nikarin hin daneyan di şertên laboratuvarê de lêkolîn bikin û nikarin encama wê zelal bikin. Ji ber vê yekê tenduristiya Guven elermê dide. Dibe ku fonksiyonên hin organan winda bibe. Dibe nexweşiyên girantir derkevin holê. Pirsgirêka gurçik û kezebê dibe derkeve holê. Ji niha de zengilên elermê lê dixin."    HETA NIHA WEZARETA DADÊ BERSÎV NEDAYE TBB'Ê      Mizrakli, anî ziman ku Yekîtiya Tabîban a Tirk (TBB) rewşa Guven ji nêzîk ve dişopine û wiha bi dawî kir: "Ji bo heyeta serbixwe ya hekîman biçe tenduristiya Guven li girtîgehê kontrol bike serî li Wezareta Dadê daye. Lê heta niha tu bersîvek erênî nedaye. Wezareta dadê 3 meymûnan dilîze. Nabîne, nabihize û nizane. Divê heyetek serbixwe ya hekîman bi lez biçe rewşa Guven lêkolin bike. Ger ku tiştek bi girtiyên di grevê de bê Wezareta Dadê berpirsiyar e. Em dîsa bang li Wezareta Dade dikin ku erka xwea pêk bîne. Li Tirkiye ger ku hikûm hebûya tecrid nedibû. Ji ber hiqûq tune tecrîd heye. Ji ber ku siyaseta demokratîk tune tecrîd heye. Tecrîd li ser civaka Tirkiye tê meşandin. Divê partî û rêxistinên muxalif jî li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Bêdengiya wan hêzê dide hikûmetê."   MA / Mehmet Şah Oruç- Ozgür Paksoy