Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn 2019-01-10 09:22:41 ÊLIH - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, di bin navê cezayê dîsîplînê de hevdîtin li girtiyên di greva birçîbûnê de ne qedexe kirine.  Li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin didome. Her wiha ligel vê li girtîgehan binpêkirinên mafan jî didomin.    Berîvan Bîtmen (26) ku 3 sal berê li Mêrdînê hat girtin û sewqî Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê hat kirin, di sala 2018'an de jî sewqî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat kirin. Hat diyarkirin ku ji ber sewqkirinê tedawiya girtiya nexweş Bîtmen tim nîvco dimîne û ligel vê tim cezayê dîsîplînê jî lê tê birîn. Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî Bîtmen, tevî Merve Polat û Maşallah Erbey di 5'ê Çileyê de ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.    Lê belê hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê, hevdîtin li girtiyan qedexe kiriye. Girtiyên du meh cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn tenê bi telefonê dikarin li li malbatên xwe bigerin. Her wiha xizmên girtiyan ji ber zext û zoriyan nexwestin navê wan bên aşkerekirin û ji bo alîkariyê bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kirin.