‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan' 2019-01-10 09:21:25 RIHA - Îsmet Goktaş, bavê Rojnameger Mûstafa Goktaş ku di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan de di greva birçîbûnê de ye, got: "Girtiyan ji bo ên li derve nîşan dan ku wê rêveçûyîn çawa bê guherandin. A dikeve ser milê jî ew e em guh bidin dengê wan."  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 64'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî nêzî 156 girtî jî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.    ‘GUH BIDIN GIRTÎGEHAN'    Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî 12 girtî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Hat diyarkirin ku wê çend roj şûnde hin girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Rihayê yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo 10 rojan jî xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Mûstafa Goktaş bû. Bavê Goktaş Îstmet Goktaş, xwest dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bê bihîstin. Goktaş, diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde çêbibe divê dawî li tecrîdê bê. Goktaş, anî ziman ku ji bo vê bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne û divê dewlet guh bide girtîgehan."    Goktaş, anî ziman ku reng û nîjad çi dibe bila bibe ji bo mirov nemirin pêdivî bi aştiyê heye. Goktaş, bi bîr xist ku 40 sal in şer didome û ji bo berjewendiyên kesekî bi hezaran mirov mirine. Goktaş, destnîşan kir ku girtî ji bo vê rewşê biguherînin bedena xwe dane ber birçîbûnê û got: "Girtiyan ji bo ên li derve nîşan dan ku wê rêveçûyîn çawa bê guherandin. A dikeve ser milê jî ew e em guh bidin dengê wan."    'LEYLA GUVEN QASIDA AŞTIYÊ YE'    Goktaş, anî ziman ku Leyla Guven parlementer e, lê belê Meclîs li hemberî daxwazên endameke xwe xwe li kerîtiyê daniye. Gokatş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye û welat ji bo daxwazên kesekî ber bi argeşiyê ve diçe. Goktaş, bilêv kir ku Leyla Guven li hemberî kesên welat ber bi aloziyê ve dibe têdikoşe û got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê Leyla Guven dest bi çalakiyekê kir. Ji bo li Tirkiyeyê aştî çêbibe, Leyla Guven qasidiyê dike."    'EM BIBIN DENGÊ WAN'    Goktaş, destnîşan kir ku ew malbat heta dawiyê piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya malbatan û got: "Birêz Abdullah Ocalan li cîhanê qasidê aştiyê ye. Li hundir zarokên me bedena xwe dan ber mirinê. Ji bo aştiyeke mayînde çêbibe deng xwe bilindd dikin. A dikeve ser milê me jî ew e em vî dengî bilindtir bikin. Werin em bi hev re xwedî li zarokên xwe derkevin. Berî bi derengî bikeve em bibin dengê wan."