Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir 2019-01-10 09:20:13 STENBOL - Alîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Korgeneral Mûsa Çîtîl, bi hinceta nûçeyên bi ser navê "Kuşatmanin adi 'Bayrak 12', başindakî îsîm Mûsa Çîtîl" der barê wî de li ser medyaya civakî parve kirine û bi van nûçeyan ew kirine hedef giliyê 7 rojnamevanan kiribû. Çîtîl wekî "delîla pêvekî" nûçeyên der barê dozê de hatin çêkirin ji dadgehê re şand.  Alîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Korgeneral Mûsa Çîtîl, wexta li Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê bû operasyona li Sûrê bi rê ve dibir. Bi hinceta  nûçeyên bi ser navê "Kuşatmanin adi 'Bayrak 12', başindakî îsîm Mûsa Çîtîl" li ser medyaya civakî parve kirine, Çîtîl giliyê 7 rojnamevanan kiribû û doz li rojnavenan hatibû vekirin. Çîtîl, beriya danişîna duyemîn a dozê ku wê di 16'ê Çielyê de pêk bê, wekî "delîla pêvekî" nûçeyên der barê dozê de hatin çêkirin ji dadgehê re şand.    Wezareta Karên Navxweyî di Tîrmeha 2016'an de Çîtîl terfiyî Alîgirtiya Fermandarê Giştî ya Cendirmeyan kiribû. Piştî vê Çîtîl bi îdiaya bi nav nûçeyan ew kirine "hedef" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê rojnamevanan kir. Li ser vê dozgeriyê jî der barê Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk, nûçegihanên DÎHA'yê Çagdaş Kaplan, Hamza Gunduz, Selman Çîçek û rojnamvena A. Vahap Taş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili de lêpirsîn dabû destpêkirin.    Di îdianameya hat amadekirin de bi îdiaya "hedefnîşandana kesên li dijî terorê têkoşiyane" hat xwestin li 7 rojnamevanan ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê bê birîn. Her wiha ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî jî hat xwestin bi îdiaya "propgandaya rêxistinê" ji salekê heta 5 salan ceza li nûçegihanê DÎHA'yê Selman Çîçek bê birîn.    Piştî îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ve hat qebûlkirin, danişîna ewil di 3'yê Cotmeha 2018'an de pêk hat.    Heyeta dadgehê ji Çîtîl xwest gilî û delîlên xwe berpêşî dadgehê bike. Li ser vê Çîtîl jî daxwaznameyeke 40 rûpelî berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan kir. Çîtîl di daxwaznameya xwe de derpêş kir ku ya hatiye kirin propagandaya rêxiistinê ye û bi vî awayî kirinên hêzên ewlehiyê hatine reşkirin.    Çîtîl di daxwaznameya xwe de der barê rojnamvenan de "delîlên pêvekî" jî berpêş kirin. Delîlên wî ji nûçeyên ku di ajansên nûçeyan-rojanmeyan de cih girtine pêk hatin. Çîtîl nûçeyên bi ser navê "Sur haberini paylaşan 7 gazeteci hakim karşısında", "Musa Çitil şikayetiyle yargılanan gazeteciler suçlamayı reddetti", "Musa Çitil'in şikayetiyle hakkında dava açılan yedi gazetecinin duruşması ertelendi", "Haber paylaştıkları için: Musa Çitil'in şikayetiyle yedi gazeteciye dava", "7 gazetecinin yargılandığı dava ertelendi" ku di Ajansa Mezopotamyayê (MA), Rojnameya Yenî Yaşam, Gazete Karinca û qenala alman WDR de cih girtin wekî delîlên pêvekî berpêşî dadgehê kirin.