'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî' 2019-01-10 09:19:02 COLEMÊRG – Colemêrgiyan ji bo îtifaqa partiyên kurd got: "Em hêvîdar in ev gav rê li ber kongreya yekîtiya netewî vebike."  HDP, Tevgera Azadî, DBP, DDKD, Partiya Mirov û Azadiyê, KKP, Platforma Demokratên Kurd (PDK), PDK-T ji bo hilbijartina herêmî îtifaq çêkirin. Colemêrgiyan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê îtifaqê anî ziman.    ‘DIVÊ EM HEMÛ JI BO HEMAN ARMANCÊ BIXEBITIN'    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku ev îtifaq ji bo Colemêrgiyan bûye cihê kêfxweşî û şanaziyê. Dede, bilêv kir ku tekane rizgariya kurdan bi yekîtiyê pêkan e û got: "Me ev yek li gelek deveran dît; li Efrînê, li Kobaniyê dît. Wexta kurd bûn yek û piştgiriya Kobaniyê kirin hêviyek peyda bû. Divê em vê yekê bibînin. Kurd bi desteka welatên Ewropî bilind nebûn. Ev hêz tim û tim di nav me de heye. Loma ji bo hilbijartinê çêbûna îtifaqekê wê rê li ber gavên din jî vebike. Ji niha ve bandor li civakê kiriye. Ev ji bo yekîtiya netewî gaveke mezin e. Gel bertekên erênî nîşan didin. Û gelê me li benda berdewama vê yekê ye."    Dede, diyar kir ku li hemberî destkeftiyên kurdan êrîşên mezin çêbûn. Dede, diyar kir ku li hemberî van êrîşan yekîtiya nirxên kurd û Kurdistanî girîng e û got: "Bi salan e têkoşînek heye û bedêlên mezin hatin dayîn. Ji bo hêzên dagirker ne Başûr, ne Bakur, ne Rojava û ne jî Rojhilat ferq nake. stratejiya wan a sereke ev e; tunekirina detskeftiyên kurda ye. Dibe partiyên me û fikra me cuda bin. Ev divêtiyeke demokrasiyê ye. Lê divê em hemû ji bo Kurdistan û gelê kurd bixebitin."    ‘EM HÊVÎDAR IN RÊ LI BER YEKÎTIYÊ VEBIKE'    Kahar Demîr jî diyar kir ku çend meh berê ji bo ziman tîfaqek hatibû çêkirin û ev yek bibû cihê bandoreke erênî. Demîr, bilêv kir ku îtifaq ji bo wan girîng e û got: "Tevî mafê jiyanê, zimanê zikmakî mafê herkesî ye. Ev gava 7 partiyên siyasî pir girîng e. Em hêvîdar in ev yek rê li ber kongreya yekîtiya netewî vebike."    'YEKÎTÎ JI BO ME JI AVÊ JÎ GIRÎNGTIR E'    Huseyîn Apaydin, jî anî ziman ku gava hatiye avêtin gaveke pir girîng e. Apaydin, destnîşan kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye û got: "Em şer naxwazin. Em doza yekîtî û biratiyê dikin. Ger em bibin yek wê kes nikaribe bi me. Yekîtî ji bo gelê me pêdiviyeke bivê nevê ye. Yekîtî ji bo me ji avê û ji nimêjê jî ferztir e."    Omer Akbûlak jî got: "Ev îtifaq pir girîng e. Ji bo vê çi bikeve ser milê me divê em bikin."    Recep Aktaş jî bilêv kir ku ew li benda dewam vê yekê ne. Aktaş, anî ziman ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi vê yekê heye û got: "Di vê îtifaqê de wekhevî û aştî heye. Li Rojhilata Navîn tim rageşî heye. Hin kes di ser van gelan re xwe bi rê ve dibin. Em hêvîdar in ev îtifaqa ji bo hilbijartinê rê li ber gavên hîn emzintir vebike û ji bo piştgiriyê jî em bang li herkesî dikin."