Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin 2019-01-09 16:38:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û gefên Tirkiye yen li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Çalakgeran komkujî şermezar kirin û gotin. “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin. Ji dagirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na."    Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê  ji bo şermezarkirina gefên Tirkiye ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla li Parîsê hatin qetilkirin daketin qadan. Çalakgeran gotin: “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin. Ji dargirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na”.   SERÊKANIYÊ    Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê li pêşiya Mala Gel a bajêr kom bûn. Şêniyan pankartên "Ji terora Erdogan re Na!", "Em ê bi rihê Sakîne û Avesta têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin", "Soza me ye ku em pergala Îmralî yê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn" û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 3 jinên Kurd ala QSD/YPJ/YPG`ê hildan. Meş ji ber Mala Gel dest pê kir û ber bi konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de berdewam kir. Meş li pêşiya konê çalakiya mertalên zindî veguherî mitîngê. Di mitîgê de drûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û her sê têkoşer bi bîr anî û berxwedana gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir. Semer di axaftina xwe de destnîşan kir ku îstixbaratên Tirkiyê her sê têkoşer li paytexta Fransa Parîsê qetil kirin û wiha got: “Komkujiya Parîsê sûcê li dijî mirovahiyê û jinan e. Komkujî teqez dike ku hindek alî hene ji aştî, zanebûn û azadiya jinan ditirsin.”   Semer Abdullah herî dawî diyar kir ku ew ê heta bidestxistina azadiyê şopdarên rêya her sê têkoşeran bin, soza şopandina rêya hemû şehîdên tevgera azadiyê da û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare îradeya me bişkîne.”   DIRBÊSIYÊ    Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina qetilkirina sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez daketin qadan. Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpêkir, şêniyan pankartên “Em ê bi rihê Sakîne û Avesta yan tekoşîna li dijî faşîzmê tune bikin û soza me ye em pergala Îmaraliyê bişkînin” hildan. Piştî ku meşvan gihan çerxereya Şehîdan axaftin hatin kirn. Li ser navê Kongreya Star Evîn Başûr axivî û qetilkirina tekoşeran şermezar kir û wiha got:"Armanca qetilkirinê ji bo ku derbeyê li destkeftiyên jina kurd bixin." Meş bi drûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.   HESEKÊ    Kongreya Star a bajarê Hesekê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Di meşa ku ji pêşiya çerxereya Sênalko dest pêkir û li çerxereya îtifayê li taxa Til Hecir bi dawî bû, bi sedan şêniyên bajêr ku alên Kongreya Star, PYD`ê û wêneyên tekoşeran hildabûn, amade bûn. Meşvanan pankartên "Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin", "Bijî biratiya gelan, em ê destê her kesê ku nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe bişkînin",  "Bi rihê Sakîne û Evîsta em ê tekoşîna xwe bilind bikin û terorê tine bikin" hildan.  Meş bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Mûna Yûsif axivî û komkujî şermezar kir. Yûsif, destnîşan kir ku komploya ku ji aliyê cîhanê tê kirin, hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewam dike. Mûna ji hikumeta Feransa xwest ku di zûtirîn dem de kesên ev komkujî kirin hesabê bixwazin û teqez kir ku mîna van kiryaran nikarin îradeya jinan bişkînin. Nûnerê Qebîla El-Cebûr Ekrem Mehşûş jî herî daxî axivî û destnîşan kir ku hemû eşîr amade ne li pêşiya dijminatiya Tirkiyê rawestin. Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.