Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî 2019-01-09 16:17:10   STENBOL -  Dadgehê li Akademisyen û nivîskara Evrenselê Doç. Dr. Esra Arsan a danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribû, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" 1 sal û 3 meh  cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza Akademisyen û nivîskara Evrenselê Doç. Dr. Esra Arsan a danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribû, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Arsan  û parêzera wê Fikret Îlkiz amade bûn. Gelek rojnamegeran jî doz şopand. Arsan li dijî muaalayê parastin kir û diyar û parastina xwe ya berê dubare kir. Arsan, diyar kir ku wê mafê xwe yê Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa yê azadiya raman û îfadeyê bikar anîye. Arsan, parast ku wê tu sûc nekiriye û beraeta xwe xwest. Arsan got: "Bila gotina min a dawî aştî be."  Heyetê piştî navberê li Nivîskar û akademîsyen Arsan bi heman îdîayê 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê ceza taloq kir.