Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan 2019-01-09 16:42:31   AMED – Endamê PM’ê yê DBP’ê Celal Yoldaş ku di operasyona 9’ê cotmeha 2018’an de hatibû girtin hat berdan.    Di operasyona 9’ê cotmeha 2018’an ku navenda wê Amed bû 142 siyasetmedar û rojnameger hatibûn binçavkirin. Ji van 142 kesan 26 kes hatibûn girtin. Yek ji van siyasetmedaran jî Endamê PM’ê yê DBP’ê Celal Yoldaş bû. Danişîna ewil a doza Yoldaş ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    BI KURDÎ PARASTINA XWE KIR    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û rêveberên DPB’ê doz şopandin. Yoldaş parastina xwe bi kurdî kir û sûcdariyên li ser xwe red kir û got wî di çarçoveya xebatên siyasî de karê xwe kiriye.    Piştî parastina parêzerê Yoldaş, Mehdî Ozdemîr dozger xwest girtina Yoldaş dewam bike.    Dadgehê daxwaza dozger red kir û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî biryara berdana Yoldaş da. Dadger dozê taloq kir.