Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin 2019-01-09 15:26:55   ENQERE – HDP’iyan li Enqereyê xwest binçavkirina rêveber û endamên xwe şermezar bikin. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê, mudaxele kirin û parlamenter jî di nav de HDP’yan derb kirin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Enqereyê xwest li ber derê avahiya xwe binçavkirina endam û rêveberên xwe yên duh serê sibê li Enqereyê hatin binçavkirin şermezar bike. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu Abdullah Koç jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir.    Polîsan li ser fermana Walîtiya Enqereyê daxuyaniyê asteng kir. Tevî astengiyê jî HDP’yan xwest daxuyaniyê bidin. Polîsan xwe li hember HDP’yan negirt û bi gaza îsotê mudaxele kirin. Di kêliya mudaxeleyê de parlamenter Kerestecîgolu wiha bertek nîşan da: “Hûn dibînin, ji bo rêveberên me jî nahêlin em daxuyaniyê bidin. Li vî welatî her kes ne mecbûr e bibe AKP’yî. Em natirsin û bêzar nabin.”    DÊ GILIYÊ SÛC BIKIN    Koç ve Kerestecioğlu maruz kaldıkları bu polis müdahalesi sonrası Meclis’te konuya dair basın açıklaması yaptı.    Kerestecîoglu anî ziman ku ew ji ber gaza îsotê nîv saet ji hişê xwe çûye û nikaribûye çavê xwe veke û got: “Polîsan me bi mertalên xwe derb kir. Tenê me xwest em binçavkirina 22 hevalên xwe şermezar bikin. Êdî hatiye wê merheleyê li vî welatî daxuyanî jî hatine qedexekirin.”    Kerestecîoglu got ew ê der barê mudaxeleyê de giliyê sûc bikin.    Parlamenter Abdullah Koç jî da zanîn ku polîsan ew derb kirin e û dê têkildarî derbê raporê werbigirin û giliyê sûc bikin.