Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir 2019-01-09 14:54:04   EDENE - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir û got: “Ewê li dijî polîtîkayên fihûş, pişavtin û sixurtiyê birêxistin kirî têbikoşîn.”   Ciwanên HDP’ê yên Edenê, di daxuyaniya çapemeniyê ya dan de avakirina Meclîsa Ciwan îlan kirin. Daxuyanî li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek ciwanên partiyê beşdar bûn. Endama  Meclîsa Ciwanên HDP’ê  Mîhrîban Kiliç, daxuyanî da û wiha axivî: “Emê weke Meclîsa Ciwanan li dijî polîtîkayên êrîş û zextan bi rêxistinkirî têbikoşin. Desthilatdariya siyasî ya ji têkoşîn û rêxistinbûyîna ciwanan ditirse, li ser me ciwanan fihûşê, pişavtinê û sîxurtiyê ferz dike û bi van polîtîkayan bi ser ciwanan de diçe. Îro jî emê weke duh li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê têbikoşin û rêxistina xwe mezintir bikin.”   ‘DIVÊ GIRTÎ BÊN BERDAN’   Kiliç, sê siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û wiha bilêv kir: “Li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî heye. Dewlet li şûna çareseriyê şer tercîh dike. Ji bo ku li welat aştî pêş bikeve divê Birêz Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan.”   ‘EM XWE BERPIRS DIBÎNIN   Kiliç, da zanîn ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê 63 rojin di greva birçîbûnê deye û wiha bi dawî kir: “Em vê berxwedana hevalên xwe yên girtî silav dikin. Îro berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê me. Li dijî faşîzma AKP û MHP’ê em xwe berpirs dibin ku mirov, ked, xwezayê, jin û demokrasiyê biparêzin. Em li vê derê Meclîsan Ciwanên HDP’ê yên Edenê îlan dikin. Em soza xwe ya me li ser navê aştî û yekitiya gelên Tirkiyeyê dayî, li vê derê nû dikin. Me bi ciwanî dest pê kir, emê bi ciwanî bi ser bixin.”   Daxuyanî piştî axaftinê, bi lêxistina çepikan bi dawî bû.