'Ez di şivaniyê de aramiyê dibînim’ 2017-11-02 09:55:25 WAN – Muhammed Turan li Miksê şivaniya hezar û 300 pezî dike. Turan, diyar kir ku şivanî gelek xweş e û peyda nabe û wiha got: "Jiyana ji mirovan dûr û di nav xwezayê de min aram dike."  Li herêma Serhedê ji ber xwedîkirina sawalan zede ye û debara mirovan bi sewalkariyê ye yek ji pîşeyên derdikeve pêş şivanî ye. Li navçeya Miksê ya Wanê jî gelek welatî bi sewalkarî û şivaniyê debara xwe dikin. Şivanên li Miksê di destê wan de gopal û şiv hene û kulavên wan li ser pişta wan e. Li çiyayan şivaniyê dikin û ji wan re wargeha jiyanê ye. Her wiha mirov dikare bêje ku şivan notirvaniya daristanan jî dikin. Her çiqas karê wan zehmet be jî lê bi xweşiya xwazayê re rû bi rû dimînin. Şivanê bi navê Muhammed Turan ê ku li Miksê şivaniyê dike li hezar û 300 mihan dinêre û evîndarê karê xwe ye. Turan 25 sal e li navçeyê şivaniyê dike û şivaniyê wek “Jiyanek nayê dîtin” pênase dike.    ‘JIYANA ŞIVANIYÊ XWEŞ E’    Turan destnîşan kir ku ew di jiyana xwe de gelek ji karê şivaniyê hez dike û got: “Ev jiyanek nayê dîtin e. Ez ji xirecira nav mirovan dûr im û tenê bi xwezayê re jiyan dikim. Şivantî hemû xweşikiya demsalan bi min dide jiyîn. Ez li vir xweşikiya demsalan temaşe dikim. Biharê ji hemû bedewiya kulîlkan û zivistanê jî xweşikiya berfê re şahidiyê dikim. Ez û sewalên xwe dibin şahidên xweşikiya xwezayê.”    ‘DÛRBÛNA JI MIROVAN ARAMIYÊ DIDE MIN’    Turan da zanîn ku ew hemû roja xwe li zozanan derbas dike û ji bajêr têkiliya xwe qût kiriye. Turan diyar kir ku dûrbûna ji mirovan aramiyê didû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha rastî tu tengavbûnê nehatime. Lê ji ber ku li herêmê zivistan dest pê dike hinek zehmetî derdikevin. Lê zehmetiya her karî heye. Her wiha muceyê min di warê fînansekirinê de ne xerab e. Bi rehetî ez debara xwe dikim.”