Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn 2019-01-09 14:31:36   WAN - Di çalakiya hatin lidarxistin de, sê siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Gîdan Dogan ên di 9'ê Çileya 2013'yan li paytexta Parîsê ya Fransayê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA),  bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Parîsê 3 siyasetmedarên jinên Kurd li avahiya partiyê bibîr  anîn. Gelek siyasetmedar, jin û kes beşdarî bîranînê bû. Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, di bîranînê de axivî û wiha got: "Di serdemeke ku pirsgirêka Kurd û çareseriya demokratîk dihat nîqaşkirin de komkujiya Parîsê pêk hat. Berî 6 salan ligel ku hat diyar kirin MÎT'ê ev komkujî pêk aniye jî, di dosyeya dozê de tu pêş ketin çênebû. Kujer Omer Guney berî derkeve  pêşberî dadger jiyana xwe ji dest da û dosyeya lêpirsînê jî bi demê re hat hiştin. "    ‘TÊKOŞÎNA JINAN A MEZIN DIBE HEDEF GIRTIN’   Orhan, bal kişand ser qedexeyên derketina kolan a navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî û wiha got: "Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di qedexeyên Sîlopî de hatin kuştin. Komkujiya Parîs û Sîlopî ji hev ne cudane û ne tesadufin. Bi van komkujiyan xwestin pirsgirêka Kurd çareser nebe. Di hedefa van komkujiyan têkoşîna jinan a mezin dibe hebû. Ev her du komkujî bi hev ve girêdayîbûn. Ji ber van sedeman bi polîtîkayên înkar û tunekirinê re, hem aborî û hem jî siyaseta welat ketiye nava kaosek mezin.    'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Orhan, di dawiya axaftina xwe de xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û wiha bilêv kir: "Ev tecrîd li dijî aştî, vîn û yekitiya gelên Tirkiyeyê. Rêzdar Leyla Guven 63 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye. Divê em deng bidin dengê Leyla Guven û bi hevre vê tecrîdê rakin. Gelên Tirkiyeyê dijin divê mil bidin milê hev, rêya aştî û demokrasiya li welat vekin."   Piştî çalakiyê, sinevîsyona derbarê sê siyasetmedarên jinên Kurd de hatibû amedekirin, hat pêşandin.