Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin 2019-01-09 13:30:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Derhêner Kazim Oz ê bi fîlmên xwe yên “Fotograf”, “Bahoz” û “Zer” tê nasîn bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” heta 15 salan cezayê hepsê jê re hat xwestin.    Derhêner Kazim Oz ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat birêvebirin di 24’ê mijdara 2018'an de li Dersimê hatibû binçavkirin. Oz piştî îfade da dozger hatibû berdan.    Îdianameya der barê Oz de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    Di îdianameyê de bi sûcdariya “Endamê rêxistinê ye” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê ji Oz re hat xwestin.