Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan 2019-01-09 12:56:23   EDENE - Duh li Edenê, di dema şermezarkirina tecrîdê de, 5 ciwanên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan,    Endamên Meclîsa Ciwanên PArtiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edenê, duh ji bo balê bişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li taxa Ova ya Seyhanê meşek li dar xistin. Polîsan mudaxileyî ciwanan kirin û bi lêdanê 5 ciwan binçav kirin. Polîsan 5 ciwanên derp kirin birin Midûriyeta Polîsan a Şakirpaşa û dûre serbest berdan.