Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin 2019-01-09 11:44:09   AMED - Komîteya Amadekar berî mîtînga 19’ê Çile ya Amedê ya bi armanca bal kişandina ser çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan bê lidar xistin, dê civîna çapemeniyê pêk bîne. Hat diyar kirin ku dê di 11’ê Çile de li 100 navendan civînên gel bên lidarxistin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, di roja 63’an de dewam dike. Çalakiya bi pêşengtiya Guven hat destpêkirin, li gelek girtîgehan belav û niha bi sedan girtî di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene.   KOMÎTEYA AMADEKAR DÊ DAXUYANÎ BIDE   HDP, bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grev birçîbûnê yên Leyla Guven û girtiyên siyasî dê di 19’ê Çile de li Stenbol û Amedê mîtîngên “Demokrasî, Azad û Edalet” li dar bixe. Komîteya Amadekar a ji bo mîtînga Amedê hat diyarkirin, dê bi tevlîbûnên pêkhatiyen bajêr sibe saet 10.00’an de li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê  li dar bixe.    DÊ CIVÎNÊN GEL LI DAR BIXIN    HDP, di heman demê de, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li 100 navendên Amed û navçeyên wê civînên gel li dar bixe.