Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer 2019-01-09 11:20:03   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 63 rojin di greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji ber tenduristiya wê xera bûye 6 rojin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kir, 63 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di grevê de ye, bi biryar e heta daxwazên wê yên azadiya Ocalan pêk neyê dawî li çalakiya xwe nîne. Piştî Guven dest bi çalakiyan kir, li gelek girtîgehên din jî zêdeyî 156 girtiyên siyasî dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kirin. Guven ku 63 rojin di grevê de ye, ji ber rewşa tenduristiya wê giran dibe 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe. Li gorî agahiya parêzeran Guven, beriya 4'ê Çile bi hevkariya hevalên xwe yên odeyê dikaribû bihata salona hevdîtinê. Parêzeran anîn ziman ku Guven ji ber tenduristiya xwe 6 rojin nikare derkeve hevdîtinê. Parêzer her roj diçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û dixwazin bi Guven re hevdîtin bikin. Lê ji ber teqeta Guven tune nikare biçe salonê û bi parêzeran re hevdîtin bike.    GUVEN HERÎ DAWÎ BI KEÇA XWE RE HEVDÎTIN KIR   Guven ku nexweşiyên Tansiyon, xelandina mahd, bêhalî, serêrî û sergêşî, tesîra deng û ronahiyê ya li ser guh û çavên wê zêde bûne, herî dawî di 7'ê Çile de bi keça xwe Sabiha Temizkan re hevdîtin kiribû. Guven, herî dawî bi alîkariya hevalên xwe derketibû hevdîtina vekirî. Temizkan, diyar kir ku li gorî hevdîtina berê dayika wê bêtir bêhal û westiyayî bû. Disa ji ber hêz û enerjiya xwe winda kiriye nikare wekî berê biaxive jî.  Temîzkan, da zanîn ku piştî dapîra wê Cevriye Guven jiyana xwe ji dest da, çû ziyareta dakiya xwea û wiha got: "Dayika min bi hevkariya hevalên xwe li ser piyan dima. Êdî pir bi zorê dimeşe. Dayika min ji ber ku pîra min ji yana xwe ji dest da pir pir xemgîn bû."