Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin 2019-01-09 09:27:09   ŞIRNEX - Li Silopiyayê, lingê Çîgdem Başak di nav bariyerên polîsan de asê bûbû û Başak birîndar bûbû. Li ser vê bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar sedema birîndarbûna kesekî/ê" doz li polîsê bi navê M.P. û rayedarê fîrmaya bariyeran M.T. hat vekirin.    Di 30'yê Mijdara 2017'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Çîgdem Başak a 10 salî dema ji dibistanê ber bi malê ve diçû, lingê wê di nav bariyerên blokî ku polîsan bi hinceta "ewlehiyê" li nava rê danîbûn de asê bû û ji ber vê Başak birîndar bibû. Di lêpirsîna der barê birîndarbûna Başakê de Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Silopiyayê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de Başak ku heta niha gelek caran ji lingê xwe emeliyat bûye û dê-bavên wê wekî gazincker cih girtin.    Di îdianameyê de hat xwestin polîsê bi navê M.P. ku roja bûyerê nobedar bûye û xwediyê fîrmayê M.T. bi hinceta "bi awayekî qisûrdar sedema birîndarbûna kesekî/ê" bên cezakirin.