Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin 2019-01-08 11:07:25   WAN - Li Wanê, doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Hevserokê KCD Leyla Guven de li 6’emîn Dadgehê Cezayê Giran a Wanê hat vekirin, ji ber biryara beerktiyê ji bo Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat şandin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji ber axaftineke xwe ya di çalakiyeke 19’ê Îlona 2016’an a li Wanê kir de, doz hatibû vekirin. Doza li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatibû vekirin ji ber biryara bêerktiyê ji bo Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat şandin.