Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin 2019-01-08 09:14:19 ÊLIH - Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, koma pêncan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin dewr girt. Parêzer Îlyas Tarim, bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 62'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehên cuda jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a herî kêm 156 girtiyan jî didome.    Tevî vê li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi heman daxwazê di 272ê Mijdara 2018'an de hat destpêkirin jî didome. Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, koma 5'an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û  dorveger a ji bo 10 rojan dewr girt. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Îlyas Tarim ku li girtîgehê hevdîtin bi girtiyan re çêkir, pêkanînên li girtîgehê ji ajansa me re vegot.    'DAXWAZ BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ YE'    Tarim, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, piştî di çapemeniyê de derket ku girtiyên di greva birçîbûnê de û yên din ji hev veqatandine, daxwaza girtiyan a ji bo li cem hev bimînin hatiye qebûlkirin. Tarim, da zanîn ku hîn daxwaza refeqatvan a girtiyan nehatiye qebûlkirin. Tarim diyar kir ku li girtîgehê koma 5'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye û got: "Em parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinê bi girtiyan re çêdikin û rewşa wan a tenduristiyê û daxwazên wan dişopînin."    Tarim, anî ziman ku 3 sal in bi navê fealiyetên civakî tiştek tune ye û got. "Lê belê tevî hemû zext û zoriyan jî niha di rojeva girtiyên siyasî de tenê bidawîbûna pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Piştî koma çaran, di 6'ê Çileyê de koma 5'an çalakî dewr girt. Girtiyan diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo 10 rojan tenê hişyarî ye, eger daxwaza wan neyê qebûlkirin ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin."    Parêzer Tarim, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên demokratîk in û divê hemû parêzvanên mafên mirovan dengê xwe li dengê girtiyan zêde bikin. Tarim, bilêv kir ku îktidar xwe li bêdengiyê daniye û got: "Li Îmraliyê pergaleke tecrîdê heye û ev pergal bêhiqûqî ye. Li gorî hiqûqê Birêz Ocalan di statuya hikumxwariyê de ye. Divê hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re çêbike. Astengkirina hevdîtinê derî Qanûna Bingehîn e. Îktîdar bi sedemên siyasî hiqûqê dieciqîne. Divê di serî de parêzvanên mafên mirovan û big iştî jî rêxistinên civka sivîl li hemberî vê bêhiqûqîtiyê derkevin."