Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî 2019-01-08 09:13:06 AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, li 4 bajarên kurdan rontgena krîza aborî kişand. Li gor lêkolînên hatine kirin rêjeya kesên nikarin li gor derameta xwe debara xwe bikin ji sedî 48.8, kesên dev ji peydakirina pêdiviyên xwe berdane ji sedî 83.4, kesên dibêjin şideta nav malbatî zêde bûye ji sedî 58.6 in. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku betalî ji sedî 17.8 e, ji 8.6'ê malbatan derameta wan a mehane di biniya 500 lîreyî de ye û ji sedî 19.9 jî ji ewlehiya civakiyî bêpar in.  Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, di 20-23'yê Kanûna 2018'an de der barê rewşa aborî de li Amed, Wan, Riha û Mêrdînê lêkolînek kir. Anket bi 473 malbatî re hat kirin. Ji kesên tev li anketê bûn ji sedî 54.9 jê mêr, ji sedî 45.1 jî jin in. Ji kesên tev li anketê bûn ji sedî 25.2 jê temenê wan di navbera 18-24 salan de, ji sedî 42.3 di navbera 25-34 salan, ji sedî 19.6 jê di navbera 35-44 salan, ji sedî 7 jê di navbera 45-54 salan, ji sedî 3.7 jê di navbera 55-64 salan û ji sedî 2.1 jê jî 65 û di ser 65'an re ye. Ji sedî 44.2'yê beşdarvanan zewicandî, ji sedî 52.3 ezeb in. Her wiha ji sedî 7 jê xwendin-nivîsandina wan heye, ji sedî 3 xwendin-nivîsandina wan heye lê dîplomaya wan tune ye, ji sedî 9.8 jê mezûnê dibistana seretayî, ji sedî 10.7 jê mezûnê dibistana navîn, ji sedî 31.5 jê mezûnê lîse û zanîngehê, ji sedî 0.9 jê jî mezûnê lîsansa bilind in.    KRÎZA ABORÎ HEYE    Ji sedî 88.6'ê beşdarvanan diyar kirin ku li Tirkiyeyê "krîza aborî" heye. Ji beşdarvanan tenê ji sedî 4 jê diyar kirin ku krîza aborît une ye.    Ji beşdarvanan ji sedî 48.8 jê diyar kirin ku ew nikarin li gor derameta xwe debara xwe bikin, ji sedî 17.1 jê diyar kirin ew dikarin li gor derameta xwe debara xwe bikin, ji sedî 34.1 jê jî diyar kirin ku ew hinekş dikarin debara xwe bikin. Ji sedî 95.3'yê beşdaravanan destnîşan kir ku di 6 mehên dawî de hêza awan a tiştekî bikirin kêm bûye.    JI beşdarvanan ji sedî 83.4 jê diyar kirin ku di 6 mehên dawî de wan dev ji kirîna pêdiviyên xwe berdaye û ji sedî 16.6 jê jî diyar kirin ku wan dev jê bernedaye.    NIKARiN HEQÊ FATÛREYÊN XWE BIDIN    Ji sedî 72.2'yê beşdarvanan diyar kir ku ew bi zor û heft bela zexîre dikirin, ji sedî 83.9 jê diyar kir ku ew ew bi zor kincan dikirin û ji sedî 84.1 jê jî diyar kir ku ew di warê dayîna heqê fatûreyên xwe de ditengijin, ji sedî 56.8 jê jî diyar kir ku ew nikarin lêçûnên dibistanê yên zarokên xw ebikirin, ji sedî 55.8 jê jî diyar kir ku ew nikarin heqê kirêya xwe bidin û ji sedî 48.8 jê jî diyar kirin ku ew bi zorê malzemeyên tenduristiyê peyda dikin.    Ji sedî 58.6'ê beşdarvanan diyar kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li têkiliyên malbatî kiriye û ji sedî 41.4 jê jî diyar kir ku tesîr li têkiliyên wan ên malbatî nekiriye.    RÊJEYA BETALIYÊ JI SEDÎ 17.8 E    Ji sedî 17.8'ê beşdarvanan diyar kirin ku ew li kar digerin, ji sedî 17.1 jê jî gor ew li nav malê bêheq dixebitin, ji sedî 14.3 jê jî diyar kirin ku ew xwendekar in, ji sedî 12.1 jê jî diyar kirin ku ew karmendên dewletê ne, ji sedî 11.9 jê jî diyar kirin ew karker in, ji sedî 11.7 jê jî diyar kirin ku ew esnafên biçûk/ajovan in, ji sedî 7 jê jî diyar kirin ku ew li sektorên taybet dixebitin, ji sedî 2.8 jê jî diyar kirin ku ew xwedî pîşeyên profesyonel (parêzer, endezyar hwd.) in, ji sedî 1.4 jê jî diyar kirin ku ew di sektorên marjînal de dixebitin, ji sed, 0.7 jê jî diyar kirin ku ew bazirgan-pîşesaz in û ji sedî 0.5 jê jî diyar kirin ku ew di sektora çandiniyê de dixebitin, ji sedî 0.5 jê jî diyar kirin ku ew naxwazin bixebitin, ji sedî 0.2 jê jî diyar kirin ku êdî ew nikarin bixebitin.    Ji sedî 8.6'ê beşdarvanan diyar kir ku dermata wan a mehane di navbera 0-500 lîreyî de ye, ji sedî 6.8 jê diyar kir ku di navbera 501-1000 lîreyî de, ji sedî 8.6 jê diyar kir ku di navbera 1001-1500 lîreyî de, ji sedî 26.6 jê diyar kir ku di navbera 1501-2500 lîreyî de, ji sedî 27.1 jê diyar kir ku di navbera 2501-3500 lîreyî de, ji sedî 15.2 jê diyar kir ku di navbera 3501-5000 lîreyî de, ji sedî 7.1 diyar kir di navbera 5001 û di ser re ye.    Her wiha di lêkolînê de ji sedî 39.5'ê beşdarvanan diyar kir ku ew SSK'yî, ji sedî 29.2 jê iyar kir ku sîgortaya wan a tenduristiyê ya giştî heye û ji sedî 19.9 jê jî diyar kir ku tu ewlehiyeke wan a civakiyî tune ye. Ji sedî 8.9 jê jî diyar kir ku ew prîmên xwe radizînin, ji sedî 1.4 jê jî diyar kir ku ew ji sindoqa emekdariyê sûdê digirin, ji sedî 0.7 jê jî diyar kir ku ew BAG-KÛR'î ne û ji sedî 0.5 jê jî diyar kir ku sîgortaya wan a taybet heye.