ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-08 09:00:02 * Dîrokzan Erdogan Aydin, diyar kir ku dînamîkên şoreşger ên herêmê kurd in û wê di sala 2019'an de li Sûriyeyê hevsengiyên nû rû bidin û wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî û li Cenevreyê di çarçoveya mafên gelan de liv û tevger pêk bên. Aydin got: "Wê avakirina Sûriyeyê li herêmê xiyalên tehekumiyê jî ji holê rabike."  * Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, bilêv kir ku penaberên ji ber hin sedeman tên binçavkirin, bi zorê wan dişînin GGM'yan. Şahîn bi bîr xist ku şerê li Sûriyeyê didome û got: "Ji ber hejmara li GGM'yan zêde ye, her diçe binpêkirinên mafan jî zêde dibin."    * Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, li 4 bajarên kurdan rontgena krîza aborî kişand. Li gor lêkolînên hatine kirin rêjeya kesên nikarin li gor derameta xwe debara xwe bikin ji sedî 48.8, kesên dev ji peydakirina pêdiviyên xwe berdane ji sedî 83.4, kesên dibêjin şideta nav malbatî zêde bûye ji sedî 58.6 in. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku betalî ji sedî 17.8 e, ji 8.6'ê malbatan derameta wan a mehane di biniya 500 lîreyî de ye û ji sedî 19.9 jî ji ewlehiya civakiyî bêpar in.    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê wexta girtî ji bo hevdîtina telefonê derketin gardiyanan êrîşî wan kiriye. Di lêpirsîna dîsîplînê ya der barê êrîşê de, 11 roj cezayê hucreyê li girtî Mûzaffer Akengîn hat birîn.    * Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, koma pêncan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin dewr girt. Parêzer Îlyas Tarim, bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.    * Mehmet Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û got: "Divê tenê ne bi gotinê, em bi pratîkê jî nîşan bidin ku em tecrîdê qebûl nakin. Divê ji bo vê hîn bêtir nîqaş bên çêkirin û di çarçoveya van nîqaşan de demildest biryar bên girtin û pêk bên."    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo di bedena û hiş de xesarên mayînde rû nedin, teqez divê vîtamîna B1 bidin kesên di greva birçîbûnê de û got. "Eger vîtamîna B1 neyê dayîn piştî rojên 40'î dibe ku bibe sedema nexweşîna Wernicke-Korsakoff e."      * 6'emîn danişîna Rojnamegerên ji doza mailên Redhack ên Wezîr Berat Albayrak ve tên darizandin dê li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)    * Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku 23 sal berê hat kuştin, dê li Goristana Kemer a Esenler ya Stenbolê bê bibîr anîn. (11.00)   * Rêxistina  HDP'ê ya Colemêrgê ji bo balê bikişînin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi armanca balê bikişînin ser binçavkirin û girtinan dê li Parka Zarokên Azad daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza Rojnameger Pelin Unker dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (14.00)    * Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya dê rapora rojnamegerên jin a 2018'an li şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re aşkere bike. (11.00)