Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan 2019-01-08 08:38:43   TRABZON - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê girtiyên di greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger de kirin hucreyê û kes nedane gel wan.   Li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê girtiyên binavê Mehmet Sabrî Yakût û Emîn Seyrek di 5'ê Çile de, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hat diyar kirin ku ku  rayedarên girtîgehê girtiyên di greva birçîbûnê de kirine hucreyan û kes nedane gel wan.