Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû 2019-01-08 07:30:19 AMED - Qedexeya derketina kolanan a li 10 gund û mezrayên navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê hatibûn îlankirin, hat rakirin.  Qedeqeya derketina kolanan a di 7’ê Çile saet 06.00'an de li mezra û taxên Guçlu û Gokçe yên navçeya Lîcê, mezra û taxên Şaklat, Yazikoy û Anbar ên navçeya Karazê, mezra û taxên Uzunlar, Serenkoy, Kirim, Yayvan û Soylu yên navçeya Hênê hatibû îlankirin, di saet 24.00’an de rabû.