Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî 2019-01-07 17:09:38 AMED  - Partiyên Kurdan ên di bin banê HDP’ê de tifaq ava kirin, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û gotin: "Êdî Yekîtiya Neteweya Kurd şerte."   Partiyên Kurdan dibin banê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê de ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê tifaq ava kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) di çarçoveya  hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de tifaq avakirin.    Partiyên kurdan bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li Salona Dawetê ya Ayaz Elagance ya Navçeya Peyasê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û deklarasyona hevpar eşkere kirin   PEYAMÊN SEROK Û HEVSEROKÊN PARTIYAN   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Alî Aslan:  Ev gav ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî gelekî girîng e. Em ê teqez bi ser bikevin.   Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek: Ev gaveke biçûk e lê gavên mezin bi gavên biçûk dest pê dike. Di heman demê de Leyla Guven 61 roj in di greva birçîbûnê de ye. Divê daxwazên Leyla Guven were qebûlkirin.   Li ser navê DDKD’ê Nesrîn Asgar: Kombûn destpêk e. Divê em hînî afirandina bi hev re bibin. Hilbijartina herêmî ji bo afirandina bi hev re destpêkek e. Em vê ked û hewldanê pîroz dibînin.   Berdevkê Hereketa Azadî Ayetûllah Aşitî: Divê em bi hev re bimeşin. Em wekî neteweyên din jiyaneke bi rûmet dixwazin.   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ozturk got ku “Em ê bi têkoşîna xwe tecrîdê parçe bikin.”   Serokê ÎOP’ê Mehmet Kamaç: Vê tifaqa di navbera partiyên Kurdan de ew ê bibe wesîleya gaveke medenî û hevpar.   Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş:  Di bin banê HDP’ê de em hatine ba hev û armanca me ev e ku em şaredariyan bi dest bixin. Piştî hilbijartinan jî divê em ji bo gelê xwe li ser prensîban tifaqa xwe xurt bikin.   Di civînê de herî dawîn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî got ku, “Ev gaveke dîrokî ye. Li hemberî dijminatiya li hemberî Kurdan nîşandana vê îradeyê gelekî girîng e. Ez hêvîdar im di dahatûyê de, ev tifaq ew ê xurttir bibe. Di 31’ê Adarê de em ê gaveke girîng biavêjin. Ji bo Rojava, Efrîn û hemû deran em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”