Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin 2019-01-07 16:57:14   AMED – Hevserokên Rêxistinên HDP, DBP û DTK'ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kirin û ji hikûmetê xwest ku daxwazên Leyla Guven pêk bîne.    Heyeta ku ji Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê DBP'ê Mehmet Aslan, Vekîlê Serokê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahin Tumuklu û parlamenterên HDP'ê pêk dihat, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 61 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê deye, KCD ziyaret kirin. Nûner û hevserokên Partî û rêxistinan di ziyaretê de daxuyanî dan û piştgiriya xwe dan daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.    OZTURK: DIVÊ HER KES LI ÇALAKIYÊ XWEDÎ DERKEVIN   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest her kes li çalakiya Leyla Guven a 61 rojin berdewam dike xwedî derkevin. Ozturk bal kişand ser çalakiyên grevê û wiha got: "Hemû hevalên me yên girtî li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li gel tercrîdê li dijî gelê Kurd şerek tê meşadin. Dixwazin vê tecridê li ser gelê kurd jî bimeşînin. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû gelê kurd û Tirkiye tê meşandin. Hemû krîza yenî ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan pêş dikeve. Heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî nebe, ev krîz çareser nabe."     KOÇYÎGÎT: DENGÊ TÊKOŞÎNA ME YE   Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku Guven li dijî tecrîdê 61 rojin di grevê de ye û wiha got: "Niha Guven 61 rojin di grevê de ye û tenduristiya wê di bin rîskên mezin de ye. Ji bo daxwazên Guven pêk bînin divê rayedar li bez gavan bavêjin. Em dibînin ku hikûmet wekî 3 meymûnan dilîze. Ne tenê li dijî grevên birçîbûnê, li gelemperî xwehû heman helewst e. Brêz Leyla Guven, li dijî tecrîda kur ku li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em bang li dewletê dikin ku li hiqûqa xwe xwedî derkevin. Ev rewş ji bo Tirkiye rewşa şermê ye. Yên ku zagonên xwe binpê dikin Tirkiye xistine halekî pir xerab. Tecrîd rewşa halê hiqûqa Tirkiye radixe ber çavan. Dewlet zagonê xwe îhlal dike. Çalakiya Birez Guven û girtiyên din bi armanca ku Tirkiye disa li halê xwe yê asayî vegere ye. Divê van çalakiyan vegerînin şensa çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev deng ne tenê yê Leyla Guven e. Ev dengê têkoşîna mey e. Divê em tev li vî dengî xwedî derkevin û bi hevre vê tecrîdê bişkînin."    BULDAN: EV BÊHIQUQÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî bal kişand ser tenduristiya Leyla Guven û nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî Guven û wiha got: "Em piştî civîna îtîfaqê hatin KCD'ê û me KCD ziyaret kir. Ev pir girîng û watedar e. Leyla Guven 61 rojin di grevê de ye. Tenduristiya wê di rewşek pir xerab de ye. Nikare derkeve hevdîtina parêzer. Li girtîgehê dayika xwe winda kir. Mafê wê yê rewa yê ziyareta şînê asteng kirin. Xwestin bi rîngê bişînin. Ligel hemû derfetên dewletê hene jî balafira ambulans amade nekir. Birêz Leyla ji ber tenduristiya xwe nekarîbû bi rîngê biçe. Divê em tev li ser vê yekê bifikirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê helwesta AKP'ê qet qebûl nakin. Birêz Guven ne ji bo xwe ketiye grevê. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Tirkiye ye. Divê her kes vê yekê bîbîne. Birêz Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha nikare bi tu kesî re hevdîtin bike. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e. Divê demek berî demekê guh bidin daxwazên Guven û daxwazên wê pêk bînin. Bi lez guh bidin daxwazên Leyla Guven. Bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan rakin.    ASLAN: BI LEZ VÊ TECRÎDÊ RAKIN   Hevserokê Giştî yê DBP'ê  Mehmet Aslan jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Li Tirkiye îro demokrasî hatiye cemidandin. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Piştî tecrîdê civak perçe bû. Divê demek beri demekê tecrîdê rakin. Tirkiye zagon û qanûnê xwe ji holê rakike û binpê dike. Tecrîd ne tenê pirsgirêkên gelê Kurd, pirsgirêka pêşeroja Tirkiye ye. Divê demek beri demekê daxwazên çalakgeran pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin."    TEMELLÎ XWEST DMMÊ ERKA XWE PÊK BÎNE   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî anî ziman ku tecrîdkirina li Îmraliyê 20 salin didome û piştî 5'ê nîsanê tecrîd hatiye girankirin. Temelî, anî ziman ku dewlet ne bi hiqûqê bi fermana hikûmetê tê bi rêvebirin û wiha got "Ger ku Tirkiye dixwaze pêşeroja xwe ava bike divê bi lez tecrîdê bi dawî bike û guh bidin daxwazên Leyla Guven. Bi lez dawî li tecrîdê bînin. Em bang li DMME dikin ku der barê rewşa Ocalan de erka xwe pêk bîne.    TUMUKLU: ÇALAKIYLA BRÊZ LEYLA NOKTEYA DAWÎ YE   Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Çalakiya  Rêheval Leyla Güven nokteya dawî ye. Ger ku dema mirov bedena xwe bide ber birçîbûnê êdî alternatif nemaye. Ev dengê kesên ku li vî welatî aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze ye. Em bi hevre li dijî rêveberiya faşizmê ji nûve demokrasiyê ava bikin. Çalakiya Birêz Leyla Rûmeta me ye. Em bang li her kesî dikin ku li vê çalakiyê xwedî derkeve. "