2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin 2019-01-07 16:47:40   RIHA - 2 muzîkvanên li navçeya Wêranşera di dawetan  de stranan dibêjin hatin girtin.    9 muzîkvanên li navçeya Wêranşera Rihayê, di dawetan de stranan dibêjin û di 4’ê Çile de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Muzîkvanên îfade dan dozger, bi îdîaya di stranên li dawetan dibêjin de “Propagandeya rêxistinê kirin” sewqî dadgehê hatin kirin.    Muzîkvan Mehmet Yol û Alîcan Temel ên îfade dan dadgehê bi heman hincetê hatin girtin û 7 muzîkvanên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Navê muzîkvanên bi şertê kontrola edlî hatin berdan wihane: “Hozan Abdullah Sar, Mehmet Alî Sancak, Turan Demîr, Mesût Derîl, Ferhat Adliyan, Haci Kirmizi û Cemîl Dagdelen."   Hat diyarkirin ku di lêpirsîna polîsan a ji muzikvanan de, pirsa we di salên 2014 û 2015’an de stranên derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê de gotine, hatiye pirsin.