Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin 2019-01-07 14:14:52   AMED - Baroya Amedê, ÎHD, OHD, Odeya Bijîşkan û TIHV’ê, derbarê grevên birçîbûnê de, platforma girtîgehan bişopîne ava kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi armanca rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê û pêkanînên  li girtîghan bişopînin platforûm ava kirin. Daxuyaniya derbarê mijarê de li avahiya Navenda Perwerdê ya Baroyê hat lidar xistins û nûnerên saziyên beşdar bûn,   “GIRTÎGEH TEJE BÛN'   Endamê Desteya Rêveber a OHD’ê Berdan Acûn daxuyanî da û wiha axivî: “Binpêkirinên mafan ên b isalene li girtîgehên Tirkiyeyê dewam dikin, di hin demên krîzan de ev binpêkirin zêdetir dibin. Di salên dawî de gel girtîgeh hatin avakirin. Ji ber pergala bêhiqûqiyê girtîgeh tije bûne û kapasiyetên xwe derbas kirin.  Ji ber ku mekanîzmayên hiqûqî nayên bi cih anîn, girtî serî li rêbazên çalakiyên cuda didin. Yek ji van rêbazan jî bêgumaqn çalakiyên ‘greva birçîbûnê ne.’”    ‘GUVEN 61 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE’   Acûn, diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji ber ku hevdîtina malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên astengkirin, 61 rojin di greva birçîbûne deye û wiha got: “Guven li dijî astengkirinên mafên Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di 5’ê Çileya 2019’an de koma 3’yemîn jî li girtîgehan ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li gorî agahiyên heya niha gehiştine berdestên me û serlêdanên ji bo me hatin kirin, hêjmara çalakgerên di greva birçîbûnê de gehiştiye 130 girtiyan. Divê rêz ji bo rûmeta girtî û hikumxwaran bê dayîn. Divê girtî di şertê tecrîd û îzolasyonê de neyên girtin û girtîgeh ji raya saziên sivîl re vekiribin.”   ‘DÊ PLATFORM BIŞOPÎNE’   Acûn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo weke berê di girtîgehan de mirin çênebin, em di serî de hikûmetê, wezaretên berpirs û hemû kesên bi hestiyar dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Ji bo ku em pêkanînên di girtîgehan de bişopînin, me biryara avakirina platformekê da.   Ev platform, dê li girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê bişopîne, bike rapor û di demên cuda de dê vê raporê bi raya giştî re parve bike. Dîsan dê serî li sazî û dezgehên berpirs bide. Berî ku grevên birçîbûnê bi awayekê neyînî bi encam bibin, em bang  li Wezareta Dadê dikin ku ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.”