Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek 2019-01-07 13:04:51   AMED – Partiyên kurdan beriya hilbijartina 31'ê Adarê hatin cem hev û ji bo li qadekê bibin yek deklerasyona hevpar aşkere kirin. Partiyan diyar kirin ku dê bi îtîfaqa rêveberiyên herêmî çanda yekîtiya neteweya kurd pêş bixin û yekîtiya nava gelan xurt bikin. Nûnerên partiyan destnîşan kirin ku wekî partî û tevgerên kurd dê di para hevpar de bibin yek.    Partiyên kurdan beriya hilbijartinê deklerasyona hevpar aşkere kirin. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de ji bo yekîtiya partî û gelê kurd gavek şênber avêt. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) di çarçoveya îtifaqa ji bo rêveberiyên herêmî de deklerasyona hevpar aşkere kirin. Partiyên kurdan bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li Salona Dawetê ya Ayaz Elagance ya Navçeya Peyasê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezai Temelli, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gullistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Berdevkê Hereketa  Azadî Ayetullah Aşiti, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştîyê Partiya Komînîst a Kurdistan Sînan Çiftyurek, Seroka Giştî ya DDKD 'ê Nesrin Asgar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Xwişka Mazlum Dogan Serap Doğan, malbatên Roboskiyê, nûnerên mafên mirovan, oldar û gelek pêkhatiyên saziyên kurd amade bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî jî di civînê de cihê xwe girtin.    Li salone pankarta “DEST BIDIN HEV WELAT LI BENDA ME YE" vekirin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Deklerasyona partiyan bi kurdî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Bi tirkî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan xwend.    DAXUYANIYA DEKLERASYONÊ WIHA YE:    Ji ber ku hilbijartinên heremî, ji bona desthilatdarîya heremî û bicîhbûna demokrasîyê giring in, jixwe ji me Kurdan re ev hînagiringtir in. Hilbijartina 31 Adarê ji ber hinek sedemên ku emê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.   1-Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xûya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên heremî hina zêdetir bûye.   2 -Desthiladar, mixalefet û partîyênsîstema Tirkiyê, bi plan û programan bere xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin. Ew dixwazin ku bi gelê me re ev fikir biwana re çê bibe;  “em herin ser sondaqan jî, em necin jî wê tu cuda bûn çê nabe, çawa be jî ew ê li şaredarîyan qayûm werin tayin kirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me jixwe re dikin hedef.   3- Serokê MHP Dewlet Bahçelî di der barê Kurdan û hilbijartina heremî li Kurdistanê de dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya heremî ji deste qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kurtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberî vê yeke divê em eşîran têxin dewrê” Ango Bahçelî dibêje bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewleta Tirk winda neke.   4-Piştî ku pergala serokatiyê bicîh bû desthilatdariya AKP û rejîma Tirkiyê tene bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bihilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karib in tifaqên gelekî berfireh li Kurdistanê pêk bînin.   Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Dinyayê, ji raya giştî re radigîhînin;   a) Em tevger û partîyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene di bin sîwana HDP de, di hilbijartinên heremî de tifaqa xwe îlan dikin.   b)  Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formîla ku dibêje “Bila Kurd winda bikin”siyasetê dike. Li himberî vê dîtinê em jî dibêjin; “Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me bi ser bikeve, bila partîyên me bi ser bikevin. Bi wan helwestan em dixwazin  ku derfet û destkevtinên xurt bi dest bixînin.   c) BiTifaqaHilbijartinaHeremiyaKurdistanê em dixwazinsîyasetasivîl- demokratîkxurtbikin, jibonavêyekêem bibahwerîtêdikoşin. Û ya helîgiringjîem nirxêngelême yênnetewîdiparêzin û êrişênkuli ser gelê mehenedibingehekesivîl-demokratîkde em lihimberîvanêrişanderdikevin.   d)  Di tifaqa hilbijartina heremî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gele me de kultura hevkariya netewî-demokratik pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta nûha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hev dû re ava bikin”, Em dixwazin vê dîtina şaş di hilbijartinên heremî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gele xwe tevger bikin.   e) Di Tifaqa Cumhur de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksa me ku em ji hevdû bixeyidin tuneye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û li hev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vêdikişînin û li ser nirxên hevbeş yên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên heremî de radigîhînin.   f) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî - demokratik pêş de bibin. Di warê heremî de em ê bixwazin ji gele xwe re xizmetê bikin.   g) Kurdên ku di hilbijartinên heremî de li derveyî tifaqa me tevger dikin, em rûmetê nişanî îrada wana didin û helwesta wana weke mafeke demokratik dinirxînin. Lê bele di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31 Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re tevger bikin. Beşdarbûna Kurdan bitifaq û bihev re giringîyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Em ê heta dema dawî ji bona hilbijartina heremî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.   h) Em dîsa giring dibinin ku HDP di hilbijartinên heremî de bi hêzên demokrasîyê li Tirkîyeyê re tifaqên berfireh ava bike. Em ji raya giştî re ya bi rêz re radigihînin.   Em bahwer dikin û emê serkevin Wê gelê me û gelên me bi ser kevin Wê tifaqa me bi ser bikeve Emê bi ser bikevin.   Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP),  Hereketa Azadî,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD),  Partiya Mirov û Azadiyê,  Partiya Komunîstên Kurdistanê,  Platforma Demokratên Kurd (PDK)  Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T)"