Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest 2019-01-07 13:04:01   MÊRDÎN – Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hat dîtin. Dozger daxwaza muebeta giran dubare kir. Heyeta dadgehê jî biryara berdewama girtina Sara Kaya da. Heyeta dadgehê dosya Amîrê Şaxa TEM'ê yê hatiye girtin Unal Uyar ya "Sûcê işkenceyê hildiberine" xwest. Heyetê xwest di danişînek din de Kaya li salona danişînê amade bibe.      Heşaredara Nisêbînê Sara Kaya di 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û piştî 14 rojan di bin çavan de ma hat girtin. Piştre dozger der barê Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya de doz vekir. 10’emin danişina doza Kaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdîne hat dîtin. Kaya ku bi îdîaya “Yekiti û tevahiya dewletê xera kiriye" tê darizandin bi rêya SEGBİS'ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kaya jî li salonê amade bûn. Rêveberên bajar û navçeyê yên HDP'ê jî amade bûn. Dozger,  îdîaya xwe ya rûniştina berê dubare kir û xwest, cezayê muebbetê yê girankirî lê bê birîn. Kaya jî parastin kir û wiha got: "Lêpirsîna hatiye vekirin bi temamî lêpirsîneke bi komployê hatiye amadekirin. Bi rêya SEGBÎS'ê nikarim bi têrkerî xwe îfade bikim. Jİ ber vê yekê dixwazin li salona dadgehê parastinê bikim."   Parêzerê Kaya Kamûran Tanhan jî bi bîr xist ku Amîrê Şaxê TEM'ê yê Nisêbînê yê wê demê Unal Ûyar bi sûcdariya "amadekirina belgeyên sexte, êşkence, bertîl û sûcdariya ji ber xwe çêkirî" hatiye girtin. Heyeta dadgehê dosya Amîrê Şaxa TEM'ê yê hatiye girtin Unal Uyar ya "Sûcê işkenceyê hildiberine" xwest. Heyetê xwest di danişînek din de Kaya li salona danişînê amade bibe.  Dadgehê biryar da ku Kaya girtî bimîne û rûnişt taloqî 27'ê Adarê kir.