Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim 2019-01-07 12:49:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, der barê îtîfaqa navbera partiyên kurd de wiha got: “Ez girîngiyê didim îtîfaqa Kurdistaniyan. Ez wateyek mezin lê bar dikim. Divê her kes di nava vê îtîefaqê de cih bigirin."    Partiyên kurdan beriya hilbijartina 31'ê Adarê ya rêveberiyên herêmî di bin baneyên HDP'ê de kom dibin. 7 partiyên kurd biryar dan ku bi hevre di bin baneyê HDP'ê de têkevin hilbijartinê. Partiyan li Amedê bi deklerasyona îtîfaqa xwe bi raya giştî re aşkere kir. Di civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî jî di navde nûnerên îtîfaqan amade bûn. Nûnerê Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Komeleya Kurd a Demokratîk û Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Însan, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiye (PDK-T) di civînê de amade bûn.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, der barê îtîfaqa navbera partiyên kurd ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê peyam şand û piştgiriya xwe anî ziman. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag peyam xwend.  Demîrtaş destnîşan kir ku ew girîngiyê dide îtîfaqa Kurdistaniyan û wateyek mezin lê bar dike. Demirtaş, diyar kir ku gelê Kurd bi sedan salin ji ber polîtîkayên heyî di milê siyasî, ruhî û erdnîgarî de hatiye perçekirin û wiha got: "Feleketên bi serê me de hatine ji ber vê perçekirinê ye. Gelê kurd ji ber ku yekîtiya neteweya xwe ava nekiriye rastî komkujî û înkarê tê û nikare xwe biparêze. Xweza, çand, ziman, ax û hemû nirxên kurdan li ser ruyê erdê rastî êrîşên giran hatin. Bi sedan salin gelê me ji me dipê ku em yekîtiya neteweya xwe ava bikin. Îro sedem û berpirsiyarên geşedanên li Kerkuk, Mûsil, Silêmanî, Afrin û Bakûre Kurdistanê pêş dikevin, êşên li Rojhilat tên jiyîn, ne tenê dijminê gelê Kurd e. Hinek jî ji ber siyaseta ku siyasetmedarên Kurt tifaqa xwe ava nakin e. Berpirsiyariya siyasetmedarên Kurd di vê mijarê de pir giran e. Ji ber vê yekê ev îtîfaqa ku em îro partiyên Kurdan îmzeya xwe davêjinê, di rûpelên dîrokê de xwedî wateyek mezin û pir girîng e. Ez hêvî dikim ku ev tifaq bibe wesileya yekîtiya neteweya gelê Kurd. Ji bo çareseriya demokratîk pêş bikeve û êrîşên li dijî gelê Kurd raweste îtîfaqa Kurdistaniyan gelek girîng û watedar e."    Ez bawer dikim ku ev îtîfaq dê bibe bingeha hêzek mezin u serkeftinek xurt a gelan. Ji ber vê yekê ez hemû hevalên ku ked dane pîroz dikim. Ji 7 salî heta 70'ê salî bang li hemû gelê me dikim ku di nava vê îtîfaqê de cih û berpirsiyarê bigirin."