Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike 2019-01-07 12:33:30   AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 61 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Guven, ji ber rewşa tenduristiya wê giran bûye, nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.    Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan di greva birçibûnê ya bê dawî û bêdorveger de ye di roja 61'emîn de berdewam dike. Guven ku pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne, 4 rojin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber tansiyona wê dikeve, mehdê wê dixele, bêhal bûye, serêşî pê re çêbûye, ronahî û deng gelekî bandorê lê dike, di 10 rojên dawî de tenê 3 caran karîbû parêzerên xwe bibîne. Guven, 4 roj in ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bê dîtina parêzeran. Duh ji bo Leyla Guven di roja 60'emîn de di tora medya civakî de bikarînerên medya civakî, dest bi kampanya #LeylaGuvenÎçin / #JiboLeylaGuven kirin û piştgiriyê dan çalakiya Leyla Guven.