Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest 2019-01-07 09:06:12 AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin,  Ramazan Olçen de doz vekir û heta 15 salan cezayê girtîgehê jê xwest.  Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya tekane kurdî Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Ramazan Olçen de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Lijneya Weziran di 30'ê Cotmeha 2016'an de bi hêjmara 675'an a KHK'ê der barê rojnameya Azadiya Welat de biryara girtinê dabû. Piştî rojname hat girtin Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Olçen de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi sedema ku dema polisan di 10'ê Gulanê û 14'ê kanûna 2016'an de bi ser buroya Rojnameyê de girt û pirtûka Devrim Serhat a bi navê "Geliyê Zîlan Jederka Jîn û Janê", kovarên Ozgur Halk û Çîrûska Heviya Jinê û taslaka pirtûka Mehmet Salih Erden a Derin Yara li buro girtine bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" doz vekir. Dozger pirtûk, kovar û fotokopiyên ku li buroyê dît wekî weşana bîrdoziya PKK/KCK'ê pênase kir û parast ku rojname dibe sedem ku kes tev li rêxistinê bibin.   Dozger xwest dadger guh nede îfadeya Olçen ya sucdariya der barê xwe de red kiriye û bê darizandin. dozger ji 7,5 salan heta 15 sahan xwest Olçen bê cezakirin.