‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin' 2019-01-07 09:05:35   OSMANİYE - Salîh Ozberk ê 4 salan li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ketine grevê, heta encam bistinin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Girtiyên ketin vê rêyê heta ku Ocalan bang li wan neke venagerin. Tenê banga Ocalan esas digirin'   Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehan berdewam dike. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 61'emîn de berdewam dike. Bi sedan girtiyên siyasî yên di 27'ê Mijdara 2018'an de dest bi çalakiya bêdawî û 10 roj dorveger kirin bi koma 5'emîn berdewam dike. Koma 30 girtiyên PKK û PAJK'î yên ku di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirin jî di roja 21'an de berdewam dike. Bi sedan girtiyên din jî dest bi çalakiya bê dawî bû bêdorveger kirin û çalakiya wan berdewam dike.    Salîh Ozberk ê 4 salan li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye girtî ma û di 2'ê Çile de serbest hat berdan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ketine grevê, heta encam bistinin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Girtiyên ketin vê rêyê heta ku Ocalan bang li wan neke venagerin. Tenê banga Ocalan esas digirin." Ozberk, anî ziman ku piştî girtî ketin çalakiya grevê rastî tundiyên fîzîkî û derûnî yên zade tên û wiha got: "Hemû mafên girtiyan ên atolye, spor, sohbet û civakî asteng kirin. Girtiyên ku ji bo parastina mafên xwe ji rêxistinên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî re daxwazname dişînin, rastî astengiyên keyfî yên girtîgehê tên."    XWARIN GIRTIYAN NEXWEŞ DIKIN   Ozberk, da zanîn ku êrîşên nijadperetî yên gartiyanan li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibe û van êrîşan dikin mijarek asayî. Ozberk, da zanîn ku bi gotinên nijadperest provokasyonê pêş dixin û wiha got: "Bi zanebûn têkiliyên navbera kawîşan qut dikin. Girtiyên nexweş li pêş çavê midûr rastî tundiya gartiyanan tên. Lê vê yekê derbasî girtekan jî nakin. Bi taybetî xwarin wekî ku ji bo girtiyan nexweş bikin tê amadekirin. Di nava xwarinê de kurm, kêzik û gelek cureyên biyanî derdikevin. Beriya ku ez bêm girtin tu nexweşiyê min tune bûn. Lê niha ez bi nexweşiya ulser û gelek nexweşiyên din im. Ji ber ku şertê min ê dermankirinê tune ye. Gelek hevalên me bi nexweşiya Hepatit B girtin.    ‘DIVÊ ÎHD REWŞA OSMANÎYE BIKE RAPOR    Ozberk, da zanîn ku girtiyên nexweş ên tedawiya bi kelepçe qebûl nakin nayên dermankirin û wiha  lê zêde kir: "Bi taybetî birîndarên ku di serdema qedexeyên derketina kolanan de birîndar bûn û hatin girtin nayên dermankirin. Têkiliyên girtiyan bi tevahî ji cîhanê tê qutkirin. Êdî nameyan nadin wan. Bi hincetên herî biçûk bi îdîaya 'Propaganda rêxistinê kiriye' nameyên girtiyan kom dikin. Hem nameyên diçin û hem jî nameyên tên yek bi yek tên kontrolkirin û astengkirin. Bi taybetî nameyên ku pirsgirêkên li girtîgehê dinivîse û dişînin derve tên asteng kirin. Divê komeleya Mafên Mirovan a Osmaniye vê yekê bike rapor û lêkolîn bike.    GIRTÎ BI BIRYAR IN   Ozberk, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Girtî bi armanca rakirina tecrîdê ketine grevê. Lê hebên vîtamîn nadin girtiyan. Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi çalakiyê kir, li hemû girtîgehan kelecan û ruhekî nû yê berxwedanê derket holê. Li gel hemû zext û tundiyan girtiyên ketin grevê tawîzan nadin. Di roja ewil a grevê de gardiyanan bi ser kawîşan de girtin. Xwestin çalakiyê asteng bikin. Midûr û gardiyan li odeyan geriyan û gotinên nijadperest gotin. Lê girtî dîsa çalakiya xwe berdewam dikin. Girtî heta dawî bi biryar in. Girtî diyar dikin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkê dê çalakiya xwe jî berdewam bikin. Ji bo girtî dest ji çalakiyê berdin divê Birêz Ocalan bang li girtiyan bike."