ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-07 09:00:36 * Li navenda Şirnexê piştî lîsteya hilbijêrên ku hatin daliqandin aşkere bû ku di nava 6 mehan de 5 hezar û 616 hilbijêrên nû hatine qeydkirin. Derket holê ku ji 5 hezar û 600 hilbijêrên nû 3 hezar û 500 ne ji Şirnexê ne.  * Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin,  Ramazan Olçen de doz vekir û heta 15 salan cezayê girtîgehê jê xwest.    * Rêyên ku qeyûm li navçeya Wêranşar a Rihayê bi 12 milyon tl çêkir, bi barana ewil a zivistanê re tev hilweşiyan. Welatiyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku 12 milyon tl li ku xerç kirine ne diyar e. Welatiyan anîn ziman ku piştî qeyûm hat navçeyê 2 salin ruyê xizmetê nedîtine.    *  Li Edeneyê polîs li ciwanên HDP’ê sixûriyê ferz dikin. Ciwan, ji aliyê kesên dibêjin “Ez îstîxbaratvan im" raztî ferzkirina sîxuriyê tên.    * Salîh Ozberk ê 4 salan li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ketine grevê, heta encam bistinin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Girtiyên ketin vê rêyê heta ku Ocalan bang li wan neke venagerin. Tenê banga Ocalan esas digirin'   * Bernameya meha Çile ya Şa Performans ku weki dikek alternatif hat avakirin, diyar bû. Şa Ferformans dê di çile de belgefîlm, şano û konser jî di navde gelek bername û çalakiyan pêk bîne.    * Nivîskar Yusuf Karataş, diyar kir ku ger Tirkiye beyî Rusya li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê pêk bîne, dê bifetise û bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne. Karataş, da zanîn ku di şertên îro de Tirkiye bi serê xwe nikare operasyonê pêk bîne."    *  HDP, bi partiyên Kurdan ên tifaqa kirin re dê deklarasyonek hevpar biweşînin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dê başarî daxuyaniyê bibin. Civîn dê li Salona Dawwetê ya Ayaz Elagance pek bê. (11.00)   * Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrdîn, dê têkildari mamosteyên hatin îxrackirin li avahiya sendikayê civina çapemeniyê pêk bine. (13.30)