ROJEVA 02'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-02 09:00:18 * Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku wan bi dehan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: "Dewlet dibêje ku 'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye' û bi vê hişmendiyê tecrîdê kûr dike."  *  Jinên dibin sîwana Meclîsa Jinên Îzmîrê de kom bûn, xwe ji bo 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinên Navneteweyî amade dikin. Endama Meclîsa Jinên Îzmîrê Sanem Denîz Kural, diyar kir ku bi çalakiyên bihêz dê êrîşên li ser jinan vale derbixin.      *  Li navçeya Miksê şivanê bi navê Muhammed Turan li hezar û 300 mihan dinêre û got: “Karê ez dikim gelek xweş e û peyda nabe. Dûrbûna ji mirovan û di nav xwezayê de jiyanklirin aramiyê dide min.”    *  Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Cizîrê piştî mirina Feyruz Pulat û zaroka di zikê wê de, ket rojevê. Rayedarên Wezareta  Tenduristiyê, gotibûn ku dê bijîşkan tayîn bikin, lê ligel 2 meha derbas bûn jî, hîna tayîn nehatine kirin û bijîşkê heyî jî dê biçe.    *  Madena Zêr a Kozayê cewhera li Bergamayê bi dawî kir û ji madenên cuda cewhera ku aniye bi hilberîna siyanurê re hilberînê dewam dike. Herêma ku gund tên valakirin nexweşiyên pençeşêrê zêde dibin û ev di nav civakê de gelekî tê nîqaşkirin,    divê demil dest li herêmê lêkolîn di vê der barê de bên kirin.   *  Dê li Wan û navçeyên wê ji aliyê DSÎ ve 32 HES û 3 bendavên mezin ên nû bên çêkirin. Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku bendavên dê bên çêkirin bi boneya “ewlehiyê” tên çêkirin û got: “Bi taybetî bendava li ser Çemê Zîlan çêbikin dê bi tevahiya Geliyê Zîlan di bin avê de bimîne. Dê bi bendavan şopa komkujiya Zîlanê ya 1930’an de bigirin.”    * Wênesaza jina ciwan Ronas Mihemed (20) ku bi eşqek mezin xêzkirina wêneyan ve hatiye girêdan, got ku jin xwedî xeyalên xwe yên mezin û jiyana ku dijîn tableyên wê temsîl dike.     * Nivîskar Fotî Benlîsoy, der barê geşedanên li Herêma Kurdistana Federe de, diyar kir ku ji ber ku DYA naxwaze Îbadî ji dest biçe, li cem wî cih girtiye. Her wiha Belisoy got ku di operasyona Îdlîbê de hedefa sereke ya Tirkiyeyê Efrîn û destketiyên gelê kurd e.    * Aborîzan Mustafa Sonmez ku ku budçeya 2018’an wek “çiravê” pênase kir wiha got: “Ev budçe, budçeyeke ku hewl dide deynan bide deynan.”    * Tevî hemû derhuqûqî û îmzeyên sixte yên derketin holê jî, xebatên ji bo santrala nukleerî ya Akkûyûyê berdewam kirin û niha ber bi dawiyê ve diçe. Berdevkê NKP’ê ya Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen wiha got: “Tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.”    * Welatiyên li Taxa Alîpaşayê li dijî rûxandinê li ber xwe didin, ji ber serî li ÎHD’ê dan qereqolê gazî wan kir.   * Wê Egîtîm Sen, ji bo bîranîna Ceylan Onkol a 12 salî ku li Amedê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û dê ji bo bîranîna Muhmmed Veysel Atilgan ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da pêşbaziya wêneyan li dar bixe.    * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya xwe çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin. (10.00)   * Çalakiya grava birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îzmirê hatiye despêkirin dê bi tevlêbûna parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu dewrî Dayikên Aştiyê bikin. (11.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser tenduristî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek navçeyên Stenbolê ji Ocalan, CPT û Wezareta Dadê re name û faksan bişînin. (13.00)   * Rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (14.00)   * Rûniştina doza komkujiya 5'ê Hezîranê ya li Qada Îstasyona Amedê pêk hat dê li Edliyeya Bati ya Sincanê bê dîtin. (14.00)   * Rûniştina doza Şehriban Elmas a ji aliyê hevserê xwe Îzzet Elmas ve hat kuştin dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneye bê dîtin. (14.30)   * Lêgerina edaletê ya xizmên 34 kesên li Roboskê di êrîşa Balafirên şer ên TSK'ê de hatin qetilkirin dê di hefteya 305'an de li ser gora zarokên wan bidome. (17.00)     * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 359’an de berdewam bike. (13.30/18.00)