Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin 2019-01-06 16:20:33   STENBOL - Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Bahar Uluk, ku di 2'ê Çile de hat binçavkirin û li Qereqola Atakentê xwest bibe sîxur, li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Meclîsa ciwanan diyar kir ku ev êrîş bi tu awayî bi wan gava paşve nade avêtin.    Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Bahar Uluk, ku di 2'ê Çile de hat binçavkirin û li Qereqola Atakentê xwest bibe sîxur, li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta “Kesên hevala me revandin û Çeteyên DAIŞ'ê yên di çirava kapitalizmê de xwe xwedî dikin yek in" vekirin. Li ser navê ciwanan endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Mustafa Ekmekçî daxuyanî da. Emekçî, destnîşan kir ku faşizmin wekî her carê niha jî ciwanên xwe bi rêxistin kiriye dike hedef û wiha got: “Li Tirkiyeyê faşîzma ku di şexsê AKP- MHP'ê de bi ruh bûye, bi armanca civakê teslîm bigire hemû pêkanînên dijmirovahî tixe meriyetê. Li dijî hemû kesên li ber xwe dide li ser wan zextan dimeşîne. Dixwazin hemu kesên li dijî xwe û mxalif teslîm bigirin. Faşîzm li dijî têkoşina Meclîsa Ciwanên HDP'ê dikeve zor û zahmetiyê. Ji ber vê yekê wan direvîne û gefan li wan dixwe. Tundî û îşkenceya derûnî û fîzîkî li ser wan dimeşîne. Li gelek bajaran hevalên me rastî gefan û şantajan tên. Di nava 3 mehên dawî de li Amed, Îzmir, Bûrsa û Stenbolê bi dehan hevalên me li dijî zagonan hatin revandin û rastî gef û şantajê hatin. Rastî îşkenceya fîzîkî hatine. Ev êrîşên wan nîşan diin ku çiqas bê çare ne.    'BALDAR BE BILA DERZIYA ŞAŞ LI TE NEXIN'   Ekmekçî, herî dawî destnîşan kir ku hevala wan Bahar Uluk di 2'ê Çileya 2019'an de dema diçû malê li rawestgeha otobusan polîsan bi zorê ew binçavkirin û wiha bi dawî kir: "Hevala me li dijî hiqûqê hatiye binçavkirin. Li qereqolê rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hatiye. Xwestine bibe sûxir. Hevala me ji ber ku sîxurî red kir, rastî tundî û rêbaza salên 90'an a JİTEM'ê hatiye. Ji hevala me yaku nexweşê pençeşêrê re gotine ‘Em nexweşiya te dizanin. Em bijîşkê te jî nas dikin. Sibê randevûya te ya bijîşk heye. Baldar be bila derziya şaş li te nexe. Gefên mirinê li hevala me xwarine. Wekî meclîsa ciwanên HDP'ê têkoşîna me dê bidome. Van êrîşan tu caran gav bi me paşve neda avêtin. dijberî vê yekê bêtir kêşoina me xurt û geş kir."