Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin 2019-01-06 16:11:17   SÊRT - Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê, di 31’ê Kanûn de qeydên hilbijêran negirtin. HDP’ê jî li ser vê yekê, di encama lêpirsîna kir de derket holê ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi salene li bajêr dijîn hatine jêbirin.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Sêrtê, ji ber ku Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê, di 31’ê Kanûn de qeydên hilbijêran negirtin, dest bi lêpirsînê kir û derket holê ku qeydên hilbijêran hatine jêbirin. HDP’ê derbarê bûyerê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.  Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, rêvber û endamên partiyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    POLÎSAN AVAHÎ DORPÊÇ KIRIN    Berî daxuyanniyê polîsan derdora avahiya HDP’ê girtin û bal kêş bû ku ji rojnamegerên daxuyanî şopandin re gotin “Gelo li Sêrtê evqas endamên çapemeniyê hebûn?” Beştaş a dibin ablûkeya polîsan de daxuyanî da, diyar kir ku daxwaza edaletê ya hemû kesan ji hilbijartina 31’ê Adarê heye. Beştaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “AKP û rêveberî mîna her carê, tevdigerin, bi dizî û derewan dixwazin hilbijatinê qezenc bikin. Ev ne nepene. Di her firsetê de dixwazin qezenc bikin û vê tim tînin ziman.”   'QEYDA 6 HEZAR Û 488 HILBIJÊRAN JÊ BIRINE'   Beştaş, destnîşan kir ku di hilbijartina 31’ê Adarê de, dê qeyûm valîzê xwe kom bike, ji Sêrtê derbikeve û wiha bilêv kir: “Hewldana wan a di vê mijarê de baleye. Em gav bi gav nelirêtiyên wan dişopînin û emê eşkere bikin. Li Sêrtê di 24’ê Hezîranê de 91 hezar û 20 hilbijêr hebûn. Lê niha 90 hezar û 938 hilbijêr xuya dikin. Destpêkê hemû tişt ji rêzê tên dîtin. Lê me lêkolîn kir û rastî dît. Gelo me çi dît, me dîti ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi salene li bajêr dijîn hatine jêbirin. Gelo agahiya wan ji vê yekê heye? Na tuneye. Welatî her roj tên vê derê û pirsa ‘dibe ku dengê me bidizin’ dikin. Em jî ji wan re dibêjin, dema navê we di lîsteyê de tene be, emê sererast bikin. Van welatiyan jî qet li vê derê koç nekirin.”   'QEYDÊN LEŞKERAN JÎ HATIN KIRIN’   Beştaş, anî ziman ku wan yek bi yek qeydên hilbijêran lêkolîn kirin û wiha bi dawî kir: “Li malekê, bêyî agahiya xwediyê malê, 28 hilbijêr hatine qeydkirin. Îdîayan wihan tên guhê me û emê van derbixin holê. Em nizanîn agahî yan hene yan na; lê qeydên leşkerên Kampa Başîka li Sêrtê hatine çêkirin. Êdî ew rûyê wan tune ku ji gelê Sêrtê denga bixwazin. Li vê derê nikarin bikevin nava hilbijêreke. Ji ber vê serî li rêbazên sextekariyê didin. Lê emê destûr nedin van rêbazên wan.”   HIŞYARIYA 17’Ê ÇILE    Beştaş, piştî daxuyaniyê bi endamên partiyê re belavokên bi armanca welatî heya 17’ê Çile qeydên xwe kontrol bikin de li welatiyan belav kirin.