HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da 2019-01-06 15:30:59   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiya xwe da û got: “Polîsan di serdegirtinê de dosyeyên bernamzetên hilbijartina herêmî yên partiyê lêkolîn kirin. Çi dibe bila bibe emê vîna gel a qeyûman dest daniye ser di sindoqan de dîsan derbixin holê.”   Polîsan duh bi şev bi hinceta stîckerên Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ser avahiya HDP'ê ya Mêrdînê de girtin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, derbarê serdegirtinê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.  Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Alî Sîncar di civînê de axivî û wiha got: “Polîsan di serdegirtina duh bi şev de, dosyeyên bernamzetên hilbijartina herêmî yên partiyê lêkolîn kirin û dest danîn ser stîckerên ji bo Guven hatibûn çapkirin.   ‘EMÊ VÎNA GEL DI SINDOQAN DE NÎŞAN BIDIN’    Sîncar, da zanîn ku çi dibe bila bibe ewê vîna gel a qeyûman dest daniye ser dê di sindoqan de dîsan derbixin holê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Vîna gel dê dîsan di sindoqan de qezenc bike. Ewê bi van rêbazan nekarin me bitirsînin.”   Piştî axaftina Sîncar civîna çepemeniyê bi dawî bû.