DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin 2019-01-06 15:14:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYA'ê John Bolton, rojek berî ziyareta Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku heta kurdan neparêzin venakişin. Bolton, da zanîn ku DYA heta peymana ku kurdan diparêze ava neke xwe ji Sûriye venakişîne.    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYA'ê John Bolton, der barê vekişîna DYA de daxuyanî da. Boltan, rojek berî ziyareta Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku heta kurdan neparêzin venakişin. Bolton, da zanîn ku DYA heta peymana ku kurdan diparêze ava neke xwe ji Sûriye venakişîne.  Bolton, anî ziman ku bi şertê ku Tirkiye dest kurdan nede ji Sûriye vedikişîn û wiha got: "Heta ku Tirkiye bi mere tam nekeve nava koordinasyonê em destûr nadin ku mudaxaleya eskerî li Sûriye bike. Serokê DYA Donald Trump ji Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan der barê parastina kurdan de garantî xwestiye. Bolton, di ziyareta Îsraîlê de pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: "Heta Tirkiye bi DYA re tam nekeve nava koordinasyonê DYA destûr nade faaliyetên eskerî yên Tirkiye. Pozîsyona Trump ewe ku Tirkiye kurdan nekuje. Heta ku peymana kurdan biparêzin îmze nekin DYA destûr nadte. "    Li bendê yeu ku Bolton sibê bê Tirkiye. Serfermandarê DYA'yê Joseph Dunford jî dê li gel Bolton bê Tirkiye.