Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin 2019-01-06 14:17:54   AMED - HDP, bi partiyên Kurd ên tifaqa kirin re dê sibe deklarasyonek hevpar biweşînin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dê başarî daxuyaniyê bibin.    Buroya Çapemeniya HDP’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku HDP dê sibe bi 7 partiyên siyasî yên Kurd ku di çarçoceya hilbijartina herêmî de tifaqa avakirin re deklarasyonek hevpar biweşînin. Di daxuyaniyê hat gotin, Partiyên siyasî yên Kurd êrîşên desthilatdariyê yên di hilbijartina herêmî de û lêgerîna yekitiya gelê Kurd nirxandin û birtiyara tifaqê dan.      Ji bo daxuyaniya sibe bê dayîn, navên girîng û dostên Kurdan, nûnerên sazî û dezgehan, hêzên demokratîk û aştîxwazên Tirkiyeyê hatin vexwendin.   Daxuyaniya dê sibe (roja Duşemê 7’ê Çile) saet 11.00’an bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li Salona Konferans û Dawetê ya Ayaz Elagace ya Amedê bê lidarxistin.    Navên partiyên hatin gel hev û dê sibe deklarasyona hevpar eşkere bikin wihane: “Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T).”