Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome 2019-01-06 12:53:24   MANÎSA - Konê gundiyên li dijî çekirina JES’an ên li taxa Hacibektaşli ya Salîhlî hatibû danîn, ji aliyê cendirmeyan ve hat kirin. Gundî qadê terk nakin û çalakiya xwe berdewam dikin.   Konê berxwedanê yê gundiyan di 2’yemê Çile de  li dijî çêkirina Santrala Ceyranê ya Jeotermal (JES) a li taxa Hacibektaşli ya navçeya Salîhlî ya Manîsayê hatibû danîn, ji aliyê cendirmeyan ve hat rakirin.  Qeymeqamê Salîhlî Levent Kilîç, duh di saet 17.00’an de, bi leşker û Fermandarê Cendirmeyan re hatin cihê kon û bi hinceta şîrketê xebatên xwe rawestandin, ji gundiyan xwestin ku konê xwe rakin. Lê gundiyan ji qeymeqam xwestibûn ku şîrket ji qadê here û dê dûre konê xwe rabikin.   Piştî qeymeqam ji cihê kon diçe, gundî nobeta xwe berdewam dikin. Lê di saet 04.00 şevê de gelek cendirme hat cihê kon û nasnameyên çalakgeran kontrol kirin. Leşkeran piştre kon rakirin. Parlementerê CHP’ê yê Manîsa Ozgur Ozel, piştî hevdîtina bi walîtiyê kirin, konê gundiyan dîsan paşve hat dayîn û ragihand ku şîrketê xebatên xwe rewestandine.    Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Salîhliyê jî, diyar kirin ku ekolojîst û gundî çalakiyên xwe berdewam dikin, wan qad terk nekiriye û ewê sibê serî li dadgehê bidin.