Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin! 2019-01-06 10:21:21 ÊLIH - Endama Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku peyamên gef xwarinê ji bo rêveberiyên HDP’ê yên asta jor tên û got: “Ger tîlaya endamekê partiya me jî bi xwîn bibe, berpirsiyar AKP ye.”    Di 3’yê Çile de maîlên gef xwarinê ji bo Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namezetê hevşaredariyan, endamên desteya rêveberiya navendî û endamên meclîsa patiyê hatin şandin. Di maîlên bi îmzeya “Tîma tolhildanê” hatin şandin de, peyamên gef xwarinê yên weke “Ev welat ne bêxwediye”, “Cara dawî em we hişyar dikin, nexwe ji tiştên bên kirin em ne berpirsiyarin”, “Dê bedela hemû tiştan giran be, vê ji bîr nekin”, “Berî her tiştî emê hesabê paşerojê ji we bipirsin! Emê we di xendekên wê kolandî de veşêrin, êdî çember teng dibe” hatin şandin. Piştî maîlên wiha ji bo rêveberên partiyên yên asta bilind jî hatin, komîsyona hiqûqî ya HDP’ê ji bo kar û barên qanûnî ket nava tevgerê. Endama Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê mijarê de ev agahî dan: “Berî hemû hilbijartinan, partiya me rastî gefên desthilatdariyê tên. Ger tiliya endamekê partiya me jî bi xwîn bibe, berpirsiyar AKP ye.”   'AMADEKARIYA ORGANÎZASYONÊN CUDA YE'   Başaran, anî ziman ku piştî maîlên gef xwarinê wan dest bi lêkolînê kirin û wiha axivî: “Ev maîl ji bo  rêveberiyên asta bilind ên partiya me jî hatin şandin. Dinava civakek evqas hatî cudakirin de, em van li ber çavan re derbas dikin. Ji bo vê me dest bi kar û barên qanûnî kirin. Ev dide nîşandan ku amadekariya organîzasyonek cuda tê kirin. Li Tirkiyeyê me tiştên hîn xerabtir dîtin. Di salên 1990’î de em bûn şahidê sûîkastên li dijî siyasetmedaran. Êdî em ji gefên wisan natirsin. Emê siyaseta  xwe berdewam dikin. Ligel vê yekê jî em tedbîrên xwe bigirin û serî li rêyên qanûnî bidin.”    ‘AKP TIM WISAN DIKE’   Başaran, da zanîn ku polîtîkayeke diyarker a AKP’ê heye û wiha rêz kir: “Berî hemû hilbijartinan ji bo partiya me winda bike bi her awayî êrîş dike. Ji bo gel dengê xwe nede me, têgînên tirsê ava dike. AKP hemû kirînên xwe dixwaza li ser me veşêre. AKP ji bo tercîhên civakê biguherîne, tim dikeve nava tevgerê û vê jî bi polîs, leşker û waliyan dike. Niha bi hezaran endamên partiya me girtine û bi sedan qeyûm tayînê şaredarên me kirin. Parlementer, hevşaredar û hevserokên me girtine. Desthilatdarî bi zimanê kîn û hêrsê tevdigere. Ev jî kiriye amûrê polîtîkayên hilbijartinê. Îro HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê. Bêyî HDP, Tirkiye tu carî demokratîk nabe. Bi van gefan em ê tu carî dest ji xebatên xwe bernedin. Berevajî emê xebata xwe hîn zêdetir mezin bikin. Ez dixwazim dîsan dubare bikim, ger tiliya hevalekê me jî bi xwîn bibe, berpirsiyar hikûmeta AKP’ê ye.”   MA / Metîn Yoksu