Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe 2019-01-06 09:07:12   EDENE - Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 60’an de berdewam dike û got: “Cihê parlementerekê Meclîs ne girtîgeh, Meclîse. Daxwazên Guven, ew daxwazin ku bên pêşwazîkirin. Divê dimildest daxwazên wê bên qebûlkirin.”     Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a di roja 60’an de berdewam dike, zextên li ser partiya xwe, pêvajoya hilbijartinê û polîtîkayên Sûriyeyê yên AKP’ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.    Hatîmogûllari, diyar kir ku AKP her tim berî hilbijartinê li dijî beşên mûxalîf “operasyonên neqezençkirina hilbijatinê” li dar dixe û wiha axivî: “Polîsên ku li Edenê hatin hevalên me binçav bikin, di lêgerîna malê de gotin ‘Namzetê we yê Hevşaredarê Navçeya Seyhanê kîne? Hûn piştgiriyê didin kê?’ Ev yek bi me dide nîşandan ku Tifaqa Cûmhûr li gelek bajarên Tirkiyeyê ji niha de winda kiriye. HDP û hêzên demokratîk dê li dijî hemû êrîşan li ber xwe dibin. Tifaqa Cûmhûr dê li hemberî aştî, yekitî, wekhevî û demokrasiya vî welatî windan bike. Dê berxwedana me bidome. Em vê pêvajoyê tenê weke hilbijartinê nagirin dest. Em vê hilbijartinê weke qada têkolînê dibînin. Ji ber vê emê têkoşîna xwe di asta herî jor de bi rêve bibin.”   ‘LI GORÎ PARTIYAN HIQÛQÊ BI RÊVE  DIBIN’   Hatîmogullari, rewşa berdana parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 60 rojin li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê deye qiyas kir û wiha got: “Di vir de HDP’ê rastî mûameleya cudakar tê. Lê dîsan jî me tu carî dest ji parastina dewletek hiqûqî berneda. Rewşa hiqûqî ya her du parlementeran jî eynî bû.  Lê îro yek derve deye û yek jî hîna girtiye. Ev nêzîkatiyek cot standar te. Hiqûqê li gorî partî û birdoziyan bi rêve dibin. Ev tu caran nayê qebûl kirin. Ez têkoşîna Guven silava dikim. Leyla Guven mafdare. Tecrîd divê rabe. Hevala me Guven canê xwe ji mirinê re razandiye. Cihê parlementerekê Meclîsê ne girtîgeh, Meclîse. Daxwazên Guven, ew daxwazin ku bên pêşwazîkirin. Divê dimildest daxwazên wê bên qebûlkirin.”    ‘ŞER KIRINE AMÛRÊ HILBIJARTINÊ’   Hatimogullari, da zanîn ku AKP ji bo polîtîkayên hûndir dizayn bike, operasyonên li dijî Bakurê Sûriyeyê dixe rojevê û wiha bilêv kir: “Desthilatdarî ji bo ku faşîzmê kûr bike, pêdivî bi şer û tundiyê dibîne. AKP ji ber vê mijara operasyona li dijî Bakûrê Sûriyeyê dixe malzemeyê hilbijartinê. A rastîn mijara esasî ya AKP’ê mijara hilbijartinê ye. Dîsan berî her hilbijartinê serî li rêbazên binçavkirin, girtin, tundî û operasyonên bê sînor dide. Tevgera Efrînê jî mîna berçav a vê yekê ye.”   ‘TU MAFÊ WAN TUNEYE KU ÊRÎŞÎ SÎNORÊ SÛRIYEYÊ BIKIN’   Hatîmogullarî, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Pirsgirêka sînor a Tirkiyeyê bi van sînoran re tuneye. Hemû welat bi awayên cuda sînorên xwe diparêzin û tu mafê welatekê nîne ku êrîşî sînorê welatek din bike. Ji xwe daxwazeke hikûmeta Sûriyeyê jî ya wiha tuneye. Aboriya welat dê nekare operasyonek din rabike. Ji xwe her ku diçe aborî xerab dibe. Tu feydeya şer û tundiyê ji kesekê nîne. Ji ber şerê giran ê Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê û Tirkiyeyê bedelên mezin û giran dan. Ji ber vê em dibêjin divê dimildest biryara operasyonê ji holê bê rakirin.”      MA/ Hamdullah Kesen