Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan 2019-01-06 09:05:31   STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Alanya, girtî Zelal Başboga ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger 5 rojin pêdiviya wê ya lîmon, xwê û şekir nadin wê.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehan berdewam dike. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 60'emîn de berdewam dike. Yek ji girtiyên siyasî ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger jî Zelal Başboga ya 22 salî ku li Girtîgeha Tipa L a Alanya ye. Başboga, bi riya malbata xwe bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Başboga, diyar kir ku duh çalakiya xwe zîvirand çalakiya bêdewî û bê dorveger. Zelal Başboga ku di sala 2016'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û rastî 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat, ewil li Girtîgeha Şirnexê ma. Piştre sewqî girtîgeha Rihayê û niha jî li Girtîgeha Tîpa L a Alanya girtî ye.    'HETA TECRÎD RABE GREVÊ BIDOME'   Bav Îzzettin Başboga, bi riya telefonê bi keça xwe re hevdîtin kir û agahiyên ku keça wî dane parve kir. Başboga, anî ziman ku zext û tundiya li ser girtiyan berdewam dike û wiha got: "Lêgerîna li kawîşên girtiyan berdewam dike. Nevresiman nadin girtiyan. Maseyên girtiyan ji wan stendine. Girtiyên ketine grevê limon, xwê û şekir nadin wan. 5 rojên dawî xwê, şekir û lîman nedaye wan. Tevî vê yekê moralê girtiyan pir zêde ye. Keça min diyar kir ku heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe berdewam bike. Em wekî dayik û bav dixwazin zarokên me bijîn. Armanca me zarokên me bi awayekî herî baş û xweş bijîn. Lê niha wan bi înîsiyatifa xwe biryar daye. Heta niha em li pişt biryara wan bûn. Ji niha û şûnde jî em li pişt biryara wan in. Em hurmetê nîşanî biryara wan didin."      Başboga, bal kişand ser rewşa Tirkiye û wiha got: "Em li cihekî ku hiqûq tune dijîn. Ji ber polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Sûriye em di nava krîzên aborî de dijîn. Muxalefetek xurt a li dijî van polîtîkayên şaş tune ye. Ji bo ev pêvajo bê şikandin zarokên me ketine grevê. Ez bawer dikim ku ev pirsgirêk dê çareser bibin. Ji ber ku wisa nameşe. Ez bawer dikim ku hin tişt bên guhertin. Bi salan e Ocalan nikare bi malbata xwe re hevdîtni bikin. Girtî ji bo tevrîda li ser Ocalan bê şinadin dest bi çalakiyê kirine. Ji bo encamên neyînî pêş nekevin divê hemû kes, sazî û rêxistinên demokratîk hestiyar tev bigerin."    MA / Melîke Ceyhan