Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye 2019-01-06 09:04:14   EDENE - Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû tev li Pirtûka Fuaran a Çûkûrovayê bû û xwîner vexwadin standa xwe.    Li Edeneyê Fûara Pirtûkan a 12'an a Çûkûrovayê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navnetewî di rojan dudoyana de didome. Nêzî 500 heb nivîskar beşdarî fûarê bûne û wê zêdetirî 70 heb çalakiyênw ekî panel, gotûbêj, beglefîlm bên lidarxistin. Her wiha di fûara îsal de hejmara weşanxaneyên kurdî jî kêm e. Kesên dixwazin pirtûkên kurdî bikirin berê xwe didin standên Weşanên Aram û Weşanxaneya Avayê. Weşanxaneya Aramê ku heta niha ji aliyê dadgehê ve 89 pirtûkên wê hatine qedexekirin îsal bi 8 pirtûkên nû çapkiriye beşdarî fûarê bû. Edîtorê Weşanxaneya Aramê, hemû xwînerên li Çûkûrovayê vexwand standa weşanxaneyê.    Guldîken, anî ziman ku wekî her sal wan îsal jî di fuarê de cihê xwe girtiye. Guldîken, da zanîn ku wekî sala borî îsal jî li fûarê hejmara weşanxaneyên pirtûkên dersan û ezmûnan çap dikin zêde ye. Guldîken, diyar kir ku lê belê tevî hemû astengî û sansuran jî ew karê xwe didomînin û beşdarî fuaran dibin. Guldîken, diyar kir ku îsal wan pirtûka "Nîşanci" ya Metîn Aktaş, pirtûka "Sifira Yukselmek" a Zekî Bayhan, pirtûka "Topragin Şarkisi" ya Rojbîn Perîşan, pirtûka "Hakîkatîn Rejîmî" ya Ergîn Atabey û kurdiya "Seher" a Selahattîn Demîrtaş çap kiriye û got: "Em tevî van 8 pirtûkên xwe beşadrî fuarê bûn."    HEMÛ XWÎNER VEXWANDIN    Guldîken, diyar kir ku ji ber Weşanxaneya Dîpnotê nikaribûye beşdarî fûarê bibe, ew û Weşanxaneya dîpnotê bi piştgiriyî tev digerin û pirtûkên parlementerên HDP'î yên ji Dîpnotê derketina li standa wan in. Guldîken, diyar kir ku wê aktivîst û siyasetmedar pirtûka "Kurt Siyasetînîn Mor Rengî" ya Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û pirtûkên parlementerên girtî îmze bikin. Guldîken, anî ziman ku ji bo ew xwe bigih,nin xwîneran beşdarî fuaran dibin û got: "Em dixwazin bi xwîneran re pirtûkên em çap dikin nîqaş bikin. Wexta behsa Çûkûrovyê tê kirin tenê Edene tê bîra mirovan. Lê belê Mêrsîn, Hatay û Osmaniye jî hene. Em bang li hemû gelên xwe yê Çûkûrovayê dikin ku bên standa me û em nîqaşa pirtûkan bikin û sohbet bikin."    MA / Hamdullah Kesen