ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN 2019-01-06 09:03:21     * Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 60’an de berdewam dike û got: “Cihê parlementerekê Meclîs ne girtîgeh, Meclîse. Daxwazên Guven, ew daxwazin ku bên pêşwazîkirin. Divê dimildest daxwazên wê bên qebûlkirin.”      *  Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di navde, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK'ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku ev hewldana serdozger girêdayî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Adarê ye.    * Li Girtîgeha Tîpa L a Alanya, girtî Zelal Başboga ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger 5 rojin pêdiviya wê ya lîmon, xwê û şekir nadin wê.    * Rêxistina HDP'ê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê dê 3'emîn kongreya xwe ya awarte li Şirin Muzikholê pêk bîne. (12.00)   * Platforma Îxracên Amedê yên bi KHK'ê hatin dûrxistin dê li ber AZC Plaza ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Bahar Uluk, ku di 2'ê Çile de hat binçavkirin û li Qereqola Atakentê xwest bibe sîxur, dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)