Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin 2019-01-05 19:51:09   AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, 14 erseyên aîdî şaredariyê ji bo firotinê berpêşî îhaleyê kiribû. Lê belê hat hînbûn ku firotina îhaleyan hatiye betalkirin.    Qeyûm Abdullah Çîfçî yê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, bi bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî 14 erseyên aîdî Şaredariya Sûrê yê di mulkiyeta Zanîngeha Dîcleyê de ji bo firotinê berpêşî îhaleyê kiribû.    Ji ber vê saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û raya giştî bi rojan bertek nîşanî vê yekê dan. Her wiha ji bo îhale bê betalkirin û erse neyên firotin TMMOB û Platforma Parastina Sûrê jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dabûn. Li gorî agahiyên bi dest ketin, ji ber kesî xwe nedaye ber, îhale hatine betalkirin.